xem mexo gułim!

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 2 Xulek  1988 Dîtin
Xem Mexo Guɫim!
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
Xem Mexo Guɫim!
Bi denga: سەید خالد ئیمامی
gułim! be çawî piř le xem qisem legeł meke!
ke dêmî dił,
lemêje çaweřwanî nim nimî bizey demî cwante!
gułî peřîweřengî xîzełênî gyanî tasebar,
şiney beharekem!
çaweřêy wite û dwante!
 
be min mełê:
melanî berzefiř be diłişkawî û ewînbiřawî û pejarewe,
berew hewarî nadyarî ewpeřî xeyałî bêsnûr,
lemêje koçî xem deken...
mełê ke wîşkeswême, dêwî şew binarî girtuwe,
berhełiste zêwî qałî sertezênî mestîhênî kanyaw,
kułî diłim le nêw berê...
mełê nemamî jînî piř cefa û cexarekem,
řwawî şorekate, biřkemirduwe,
çiro û gełay weranduwe,
meḧałe taze bête ber...
le bîr meke çinûrekem!
ke hewrî nahumêdî bote hoy xemit,
keçî nizîke řûgey arezû,
wiçanê bigre her sibeynê zû,
şiney şemałî şadîhênî kêw û kej,
debête têkełî xuřey şetawî ber binar!
gizîngî berbeyanî diłřifênî xemřewênî şewterên,
debête laberî şewey şewî řeşî tazyedar!
cwanedîmenî jyanî nwê debête hoy bize!
le her kwê zelkeye debête mêrgî diłřifên!
melanî dûrelanî tasebar, be mosîqay ewînewe,
berew wiłatî kurdewarî dênewe!
pejare ladeçê û be pêkenînewe deřoyne guł çinîn.
le berzekowe qaspeqaspî bařekew,
sema dexate bejnî řêkî xwajnî ewîn!
gułim!
nizîke xem mexo...