deng... deng... deng...

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1198 Dîtin
Deng... Deng... Deng...
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
dengekan hatin û çûn:
«sirte» û «nałe» û «řořo» û «hawar»
goçyan girt be zewadî çemî nûr
bałyan girt û fiřîn,
řû we mełbendî bilawênî çya...
 
şine mizgênî beheştî hêna:
aso řûnak û şebeq sûr û geşe,
kewî nîsar sipî,
sêweře keske le dawênî çya...