gêjełûke

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 2 Xulek  1050 Dîtin
Gêjeɫûke
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
le řêgey geyştin be awat,
wekû gêjełûkem le dûr řêy beserhat...
gelê kêw û řijd û xiř û çem,
gelê xem,
gelê tem,
be cêm hêştuwe û řê depêwim berew dundî estem...
 
dełên koşkî awatî gewrey lemêjîn,
le zenwêrî dawênî kêwêkî berze...,
gelê kanyawî cwanî bilûrîn,
le dawênî ko dêne nêw sewzełanî.
sirûdî hebûn û nemirdin dexwênin...
řwangey kej û lêj û hełdêr û zenwêr,
beheştî ehûra denwênin...
 
le deştî berînî zemana esîrim,
keçî hêştê bijwênî oxjinê dûre...
ewey nadyare sinûre, sinûre...
 
ke wa bû,
mełê bêwefa bû...
heta pêgeyîn řêy çetûnim le pêşe,
hełe û hetłe bûnim le pêşe,
metirsî berew çałe çûnim le pêşe...
 
bełam ey hemû bejneket pêkenîn!
kejałê! gułî agirîn!
emin diłnyam axrî xołepotîne debřê,
şemałî beharî le řûm tozî mandûyî desřê,
şebeq řengî sûrî gułałey debexşê be golawî jînim,
kewî ko,
be qaspey le her dengê xoştir,
deden cwabî sed zayełey pêkenînim...
 
le mełbendî dwayî min û to,
le badey gizîngî beyananî aso,
le ser takû pê mest debîn,
hest debîn
bizey mendî hełbest debîn...