cellad

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1842 Dîtin
Cellad
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
Cellad
Bi denga: سەید خالد ئیمامی
were cellad!
were gyanim hemû let let bike takû bizanî çone îmanim.
eto cellad!
eger derbênî êskanim,
eger bênî leber çawim bikûjî gişt ’ezîzanim,
be wełłahî,
be xakî pakî kurdistanCih,
emin kurdim, qetîş nałêm peşîmanim...
were cellad!
were ey xwênmijî bedkar!
detwanî bîxeye estom gurîsî dar
ewe şanazîye bo min,
bewey nakûjî îmanim, ewe serberzîye bo min...
were cellad!
were ey dujmin, ey bêdad!
leber çî me’telî, ey boçî namkûjî?
be zîndûyî le gořa boçî namnêjî?
qesem bew kot û zincîre,
be herçî dîl û yexsîre,
be awatim,
be îmanim,
be amancim,
be peymanim,
be xwênî pakî ew kurdey le řêy awatî kujrawe,
qesem bem xake xwênîne,
qesem bem jîne şêwawe,
eger derbênî çawanim,
eger bişkênî êskanim,
be wełłahî,
be xakî pakî kurdistanCih,
emin kurdim, qetîş nałêm peşîmanim...