wirdewałe

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 2 Xulek  1256 Dîtin
ey le ser takû pê butî zêřn!
boçî agir dedey le jînî min?
cwan û bonxoş û diłřifên û geşî
xozge demzanî to gułî ya jin?
***
be xom gut ba le sûçêk dabnîşim
wekû berdêk, be aramî û nihênî
keçî dîtim ke bom naguncê awa
eto berdî giranîş we qise dênî
***
kîjê! bedbextî min le to řaye
xozge le heweł tom nedîbaye
jînî peřpûtî min le handî to
çeşnî peřî ka û hêrşî baye
***
çawekanim! derdî dûrîy to le diłma bote xem,
min le swêy to gyanekanim! ca çon be ser xoma nedem?
ya eto lutifit hebê řojêk serê lêre bide!
ba îcazem pê bide min bêm serêkit lê bidem!
***
derkî dî zore eger bimhewê řûyan têkem
řû le her kwêye bikem ẍeyrî to małim şêwê
derkî to derkî humêdî mine her wek caran
derketim lê wekewe, řêm bide bême têwê
***
em encumene sewzeye, zinwêre, zemende
fî ḧiflitina tincilî anwar alsimawatErebî
kihlîk sinin gul açlibidûr bu çimnideTirkî
hir guşe nişat ast û şe ẍile şide matFarsî
***
şîx ma karî nidard ciz şikim!Farsî
parû dadegrê çi parû? wek kelem!
bîr bile awilّafnin minde aşît:Tirkî
şîxna aḧsin min alşîx ali’cimErebî
***
kêwekan pêkewen keçî tenyan
wekû ême ke pêkewe û tenyayn
***
dînî to be bay dawe hemû berhemî dînim
zor seyre ke bo dînêkî dî êstêke dînim
***
ne le zêdim heye cêgey jînêk
ne le xakî derewe perjînêk
***
eto pêt wa nebê her xot le pêşî
keçî nazanî barî kê dekêşî?
***