saqîya kuştimî xem û meynet

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 5 Xulek  1315 Dîtin
saqîya kuştî xem û meynet
de were lew şeřabe mestim ke
were tawê be camê badey ał
çarî derdî diłî behestim ke
***
were bom têke ta le sayey mey
xemî jînim welanêm tawê
bêkes û dił xemîn û awarem
were tîşkî bizem le dił bawê
***
wek delên awî jîne bade û mey
řemzî şadî û le xem řehabûne
têkşikanî telîsme mey noşîn
řû we zenwêrî arezû çûne
***
camî cem, camî badeye meygêř
were lêwanî ke û bide destim
ba le şwênê ke dił hemûy berde
be xeyałîş bê bête dî qestim
***
ba be řwanînî camî cem tawê
seyrî bijwênî nîştimanim kem
ba bimirkê kułî diłî beswêm
gił weser jîlemoy xemanim kem
***
bîrî yaran û xoşewîstanim
pîrî kirdim le dûre zêdîda
peleqajey dekem be bêhûde
min le gêjawî nahumêdîda
***
axo êstê kuřanî şê’ir û edeb
debê çibken le kořî hozana?
debê êstê çilon bijîn û bajwên
gelî yaranî diłgir û zana?
***
axo «seyîdKesseyd qadir seyadet» serok û azîzim
pîrî çazan û şa’îrî lêzan
êstê çone û deçête cêjwanan?
bo kiçî cwan û qeşmerî hozan?
***
şa’îr û twêjerî bilîmetî kurd
«biřřekKes’ubeydułła eyyûbyan» y xoşewîst û çazanim
çi deka? çî be destewe êsta?
çon dejî lew wiłate nazanim!
***
debê çi bika legeł perî şê’ra
«alîKes’ezîz alî» ew şa’îrey besoz û hest
qafłey şê’rî her le řêdaye?
şê’rekey her pyaw deka sermest?
***
«kake eḧmedKeseḧmed beḧrî» be řank û çoẍey şîn
wek çelan qoze? çî le baranda?
beyt û bawanî her le geřdaye?
her şeme ew le kořî yaranda?
***
«ḧacî qadirKesḧacî qadir qadrî (hîwa)» edî debê çi bika?
axo êstêş le koşk û talare?
nan û çêştî wekû çelan xoşe?
her le «texmîs» êda giriftare?
***
her bekare le řexne girtinda
nûkî pênûsî kake «mensûrKesmensûr ḧamîdî» m?
gelê tasuxî řexnekanî ewm
sed mexabin lemêje lêy dûrim
***
şa’îrî xoşewîst û xwênşîrîn
«hełwedaKesřesûł řeş eḧmedî», kanîy dûg û pîw û bez
êstê çone legeł qel û mamir
hełweda mawe her be şwên «kaẍez»?
***
edî «sûtawKesřesûł kerîmî» y zorbiłêy azîz
her giriftarî gom û gendawe?
şa’îrî jîkełe û simêł babiř
axo hawarî xoy le bîr mawe?
***
kake «řêbwarKes’elî îsma’îlzade» humêdî şê’ir û edeb
êstê çone le nêw telîsmî «şîn»?
her le şîn dûr û her legeł şîn bê
espî taw da le gořepanî jîn
***
kak «şerîfKes şerîf ḧusênpenahî » şa’îrî behestî jîr
debê meylî minî le dił mabê?
diłnyam sed ewende lêk dûr bîn
her wefadare, bêwefa nabê
***
«hełoKesqasim mu’eyîdzade» bay bałî xo deda êsta?
ya ne her wa le nêw řikey bende
kwa dezanê esîrî sûçî jîn
cêy hełoy dundî berzî samřende
***
kak «kerîmKeskerîm qeyyûmî» çone? axo wek caran
le hewarî xeyałî xoşî wine?
xozge deyzanî nûserî hêja
wekû řabirdû xoşewîstî mine
***
axo «řizgarKesřizgar xoşnaw» y bawefay azîz
qet bedegmen deka le min yadê
xozge demzanî kakî xoşnawim
naye bo lay minî ẍerîb ya dê?!
***
«xule kirmancKesmeḧmûd şikak nijad»y qełs û tûřey min
qerzekanî biłêy le bîr mabê?
to biłêy nûserî qełem nexşîn
qełemî tîjî her le geřda bê
***
«kak selaḧKesselaḧ şêxel’îslamî kuřî mamosta hêmin»y beřêz û diłsozim
yadgarî benirxî mam hêminKes
debê çon bê? lemêje lêy dûrim
sengesîran dexwa erê bê min?
***
kak «ḧusênKesḧusên mercanî»y beřêz û mend û jîr
ke xuda her le bo me řaybigrê
kwa le kwêye ke bê û bikatewe
le diłî piř xemim hezar girê
***
«yosifKesyosif fazlî»y xizmî xizmekem çone?
nûsrawey diłan debûjênê?
nûserî lawî şarekey ême
lapeřey «sirweNava taybet» her denexşênê?
***
kak «kemałKeskemał xizirpûr» çone? çonî řadebrê?
wekû řabirdû kanîy hîwaye?
kêşekey dwayî hat legeł kêşa?
yane her kêşî dê û le bin naye?
***
kake «ce’ferKesce’fer řeşadet» legeł wezin çî kird?
sûkî kirduwe le kołî ew bare?
lawî zana û mend û xwênşîrîn
êstê her bo «şerîfKesşerîf ḧusênpenahî» y min yare?
***
debê hawałî řojî tengane
kak «xalîdKesxalîd miḧemmed’emînî» y yekdił û yek gyan
her be keyfe û bizey le ser lêwe
...................................................Teksta ne aşkira
***
saqîya destî min be damanit
çarî min naka camî serřêjim
bigre pîlim le kûpem hełkêşe
xwaye, beşkem bewey bikey gêjim
 
ta be gêjî û...Teksta ne aşkira
***