bombaran

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 2 Xulek  456 Dîtin
şewêkî bêdeng,
tarîk, şewezeng,
be behareşew,
direng, katî xew,
dê damirkabû...
car car qiřey qel,
le biney dar û bax,
ya dengî kundêk,
le lay şax û dax,
ya lûrey gurgêk,
le lay tel û gird,
bêdengîy dêyan le nêw ladebird...
car car dû lik dar,
her wek dû diłdař,
seryan wêk dêna, sirteyan dekird...
paş tawêkî dî,
gełayekî dî,
dekewt û demird....
bay pîreşemał xemî depřijand,
diłî debirjand,
şemî ser gořî mirdûy dekûjand...
şew bû,
matem bû,
dêwî şew dehat,
bizey dekuşt û xemî cê dehêşt...
asmanî řeş,
le çwarçêwey gund, temî dadebêşt...
le nakaw xemî wahî û xeyałî,
le dê wedî hat...
le baweşî dayk mird korpey awat...
wek řêjnebaran,
gulle û bombaran,
bo ser dê dehat...

 

sibeynê ne dê, ne awedanî,
ne jin, ne pyaw, ne bax, ne kanî,
hîçî nemabû...
bełam le dołêk,
le nêw dû kêwan,
gořistanê bû piř şîn û matem...
xuday tem û xem,
dehat û piř mişt,
xemî lê deřişt...