tapoy hêmin

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 3 Xulek  1231 Dîtin
legeł sirwey le dił xoşî beharî
ke guł çawî be mendî hełdehênê
le katêka pepûley cwanî nexşîn
be bêdengî gułałey kej dedwênê
***
legeł kazîwe peykî jyanewey dił
ke gyan dênête ber deşt û kej û ko
le katêka humêdî şadî dênê
gizîngî xor û řengî şînî aso
***
legeł qaspey kewî mestî kuřade
le lay kwêstanî serberzî wiłatim
le nakaw zayełey dengê debîsrê
ke demgut: dêm û dêm... emřo ke hatim
***
ewe kêye be dengî dił delerzê?
ewe kêye ke dengî aşnaye?
şepolî dengî deřwa bo hemû la
diney watey wefaye, mosîqaye?
***
ewe kêye ke dengî diłinşînî
le gwên dengî perîy ewsanekane?
le nêwan bîrî řabirdû û awat
qisey, hîway diłe, pirdî zemane?
***
le bistû gey kejî lay řojhełatan
lepiř tapoyekî aram û hêdî
berew bijwên û zenwêr dête xwarê
be dînî arezûy dił dênewe dî
***
kema û mendok û bîza û hełz û şillêr
kenêr û swêsin û bend û gyaxaw
be têkřa řademûsin xakî ber pêy
be awing řademałn tozî pêław
***
le nwałey berzekoda tawê tapo
wiçan degrê û deka seyrî wiłatî
melî bîrî berew řabirdû defřê
berew çîrokî piř hat û nehatî
***
le nêw bêdengîya deng hełdehênê
«emin ey nîştiman tom her le bîre»
witey çeşnî çirîkey asmanî
hîwaye bow diłey zar û zwîre
***
be çawî piř ewîn û tasebarî
be wirdibînî, be aramî, be mendî
denořête hemû layek, bizey dê
le akam û dwayî berjewendî
***
le layek newnemamî baxî jînî
«govarî sirweNava taybet» boy hatote berhem
dełê: xwaye hezaran car şukirit
nebûme řenceřo, nîme çi biř xem
***
le layek sewzełanî şê’ir û pexşan
berew bûjanewe û pêş kewte emřo
zemendî diłřifênî mêrgî ferheng
penagey mamzî xoş řewte emřo
***
le layek zêdekey zêde le caran
cwane, xemřewêne, tîşkî dawê
leber xowe dełê her awedan bê
hewênî şê’rekanim, şîlanawêCih
***
le layek řûgey awatî, mehabadCih
şemî kořî huner, her diłistêne
mekoy diłxoşî, mełbendî wefaye
hetawî şadîhêne, şewřmêne
***
řezamende le geştî şa’îrî pîr
ke xunçey arezûy xemłîwe emřo
bizey dê û çaw le her laye degêřê
dełê xwaye şukur řûnake aso
***
bełam daxî giran û sed mexabin
temen kurte gułî bijwênî xoşî
hetawî şadî û oxjinî şa’îr
debê awa le pişt kêwî peroşî
***
lepiř hewrêkî zerdî naḧezî tûş
le dûrî kem keme ser hełdehênê
dełêy dêwezmeyekî gyanistêne
ke dê şadî deba, matem demênê
***
wiçan nagrê îdî çîdîke tapo
be xembarî, be çawî piř le esrîn
deřwa, ême demênîn û temî zerd
debê xem dagrîn, esrînê bisřîn
***
bełê hêminKes ke şîngêřî şehîde
deçê ta bo hełebce şîn bigêřê
deçête şarezûr ta lalekanî
be firmêskî dû çawî xoy bidêrê