řeşî û geşî

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 3 Xulek  1120 Dîtin
şew kiř û mat û mełase û bêdeng
şineba kewtuwe le tirsî şewezeng
kundebû day le şeqey şabałî
êstê bêdenge le sûçî małî
şewî řeş załe be ser dinyada
be bize û şadî çi mewda nada
hemû dinya kiz û yexsîrî şewe
hele bo hewhewî şeytan û şewe
dête gwê çel çele dad û hawar
zîřezîřî kiçî bedbext û hejar
ke be zîndûyî le çałê dexrê
dad û kokey le hewada demrê
giłî wî hełdedrê kogayek
giłî dwakewtûyî baristayek
gułî xem deřwê le ser giłkoyan
hewrî řeş xwên dedełênê boyan
geřî gowendî şewe û mote û dêw
le geřandaye le her berz û nişêw
degeřê şayî be keyfî şeytan
ke be qaqa dełê bend û beytan
bêsnûre şewî bêřoçnayî
jînî asayî řeşe û bêbayî
jîn nye janêkî bê haware
şew nye goşeyekî şewgare
çi wiłatêke xuda hênde řeşe
le bize û tîşkî ewîn dûrebeşe
kwa edî mu’cizeyek têkî bida
bîřmênê, lepřa, lêkî bida
labda perde le fêł û delese
bê û biłê îdî syařojî bese
boçî emşo le hîwa bûme berî
boçî nařwanme xway jûrî serî
xwaye hoy bûn û humêd û biřwa
dûr lewî herçî heye ba biřwa
katî hîwaye û sermayey jîn
bo diłî serd û şikawe guř û tîn
nûrî biřwaye ke mayey mane
paşî tengane debê fer’ane
çaw hełêne ewe heyve ke hełat
pê dizîlkey şeweye hatnî hat
lepřa çon bû dełêy mu’cizeye
katî xemłînî nemamî bizeye
dête gwê dengêkî aramîder
dełê: xemłî gułî şanazîy beşer
cêjnî mewlûdî «řesûlełła» ye
şadîye, řû dekeye her laye
hate dinya gułî baẍî nebewî
bote çîmin hemû çwar quřne be wî
şew şika, şeq bû, nema dêwezme
katî xoşîme, zemanî ḧezme
mekke piř bû le ewîn û guł û nûr
tîşke dê û debřê sinûrî bo dûr
kwanê şeytan û hel û şewgurdî
kêye pêy bixzête dawî wirdî
kwanê kîj kuştin û kwa zînde be çał
bełê, bo załme fewtan û zewał
têkî pêçawe fiř û fêł û diro
řeşî řoyşit û nema bawî deho
diřk û zî bûne zemend û zenwêr
heřnehût bû be beramî şillêr
koyle û dîl û jin azad kiran
but şikan û le zibłidanê xiran
be «miḧemmed» geřî mêjû gořa
jînî řabirdû xira nêw gořa
řêy «miḧemmed» hemû însanî bû
pakî û çake û yeksanî bû
xozge êmeş le diłî tîşkî ewa
detrûskaynewe wek go le şewa
řadebûyn û butman têkdeşkand
lapeřey jînî řeşîman dedřand