şînî hêmin

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 5 Xulek  2711 Dîtin
Şînî Hêmin
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
saqîya! awiř dewe, awiř dewe
koy bizûtî hest û bîrim giř dewe
ba berew deryay şê’rî řûn biçim
ca bisûtêm û berew herbûn biçim
giř le gyanim berde bimke jîlemo
ta bizanim çarenûs bo waye bo?
her debê dîlî şewey şewgar bim
nabê yek dem min le xem řizgar bim
wa bizanim xem legeł min hate dî
boye ta emřo demê xoşîm nedî
xem weha ogir be gyanî min buwe
řayeł û poy bûn û manî min buwe
wek cile û maloçe xem haławe lêm
řêy bize û şadî û ewîn besrawe lêm
biřkemirdûy sîs û jakawim emin
diřkî wîşk û berdesûtawim emin
jînî wek min sozî ziryanî xeme
merge, mergêkî dirêj û kem keme
řêm nye tawêkî řeg’ajo bikem
her le dewrî xom debê xem ko bikem
***
saqîya bêçare xom, bêçare xom
çaw le dest û çaweřêy îḧsanî tom
têke bom, biřwane karubarî dił
sa be gwêy dił bijnewe hawarî dił
dił melêke bałişkawî derdedar
bêpeřupoy, bêhumêdî, bêqerar
çon bikem basî dił û hawarî dił?
kwanê kê dêt û debête yarî dił?
kwanê yarî dił? ewî dîm hew nebû
çarî şêwanî diłî min bew nebû
«hir kisî az zin xud şid yar minFarsî»
«wiz dirun min nicist asrar minFarsî»
her kesê dê bendî dił depsênê lêm
xwên denoşê û camî dił deşkênê lêm
naye ta basî diłî xembar ka
têdekoşê ta le dił xem bar ka
kes nye gwê date hawarî diłim
kes nye kem katewe barî diłim
çûme lay ney dîm ke ew xoy bêdłe
gerçî binçîney dił û ney her giłe
bêdłe ney, bêdił û hawarî dił?
bêdił û derdî dił û esrarî dił?
«mişnu az nî نالەاش az bîdlî astFarsî
nale bîdil yiqîn bî ḧasil astFarsî
mişnu az nî, nî nway bînwastFarsî
bişnu az dil, dil ḧirîm kibryastFarsî»
her diłew agay le ḧałî dił heye
her diłew řêgay be małî dił heye
***
saqîya! nazdarekem! diłdarekem!
aşnay řojî řeş û şewgarekem!
askî dił naskî xoş řewtî min!
gwê bide derdî diłî nesrewtî min
to be derdim aşnay dił nasekem
aşnay awat û hîwa û tasekem
«aşna dand siday aşnaFarsî
arî arî can fiday aşnaFarsî»
serdemêkî em diłem piř tîn bû
cêy perestîn û ewîn û jîn bû
êstê bote dîlî şemzan û keser
çon detwanê xawenî jîn bate ser
kwêre’estêrim leber tîşkî hetaw
wîşkeswême, swêm nema bo çořê aw
xêrxiwayek kwa be camê awî řûn
em heleş bimdatewe mewday bûn
ta bixułqênim dwayîn şînî dił
wêkî nêm emca kitêbî jînî dił
***
saqîya řûm têkewe, řûm têkewe
ba bigêřîn germeşînê pêkewe
bawefakanim kwan? êstê le kwên?
ta bikeyn soranî şîn û mil be kwên
ta be serdakeyn xim û xo nêyne heş
çunke awa bû le ême řojî geş
têk dira, xapûr kira řûgey ewîn
şadî awa bû le bistûgey ewîn
***
saqîya bom têke badey agirîn
seyre dar û berd legeł min nagrîn
min le jêr darêkî řûtî bê gełam
bêhumêdim, êstê amancî bełam
kwanê «hêminKes» ta be şê’rî agirîn
tîn bida awirgî kûjawey ewîn
daxekem «hêminKes» nema, «hêminKes» nema
şûşey awatim şika, piştim çema
şa’îrî ogir be hełdêr û kelan
hawdemî lêř û kej û dund û telan
aşqî şewba û şew, bo şewgeřî
jînî pêwa ta geyşte ewpeřî
koçî kird û řojî řeş bo ême ma
ew nema, hîwa nema, xoşî nema
çolbiřî deştî řeqen xoy řaşekand
tozî mandûyî be yekcarî tekand
axo êstê hełz û bîza û kema
çon degêřn şîn le bistû û estema?
êstê mendok û gyaxaw û kenêr
swêsin û beybûn û şewbo û şilêr
sîs û jakaw ke xałî bû hewar
têkşika estundekî tawił û dewar
 
taze kwa êwarepayîz lêř û kêw
zerdeyan bo zerdeyekî dête lêw?
ya le daristan ke mang hełdê le swê
kwa le mel «nałey cudayîNava taybet» dête gwê?
«sûřî dewranNava taybet»e ke êmey têkşikand
daxî yarane ke cergî mey çizand
řemzî bûnim «sirweNava taybet» ye ke carubar
dêt û bom dênê beram û bonî yar
***
xakî řeş mîwanî toye «hêminKes» m
ew kesey nûzey be astem dê minim
wa xerîkim şîn degêřim řoj û şew
lêm ḧerame paşî «hêminKes» xurd û xew
qedrî bigře, tund le amêzî gire
«hêminKes»e û paşî nemanîş diłgire
koçî dwayî kird şikandî piştiman
mat û řeşpoşîn ewêstê giştiman
arezûme gyan le leş azad kem
bême lay û xizmetî ustad kem
bawefam û sipłe nîm ustadme
boye daym her le bîr û yadme
ta bizanê her wefadarim emin
lêre bê û lêre nebê yarim emin
bo minîş cêyekî řabgire le lay
dême lay û dême lay û dême lay