tapo

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 3 Xulek  1563 Dîtin
xorî řeng zerd û sardî sermawez
wa xerîkî dwapşûy jîne
zerde گۆێیکی nêw ximî şîne
awrêkî kujawî bê tîne
bîrî řojanî germî hawîne
 
kizeba nêw diłan delerzênê
kêye korpey hetîw bilawênê?
darî řût û geławerîwî kiz
xo delarênê, xo delarênê
 
aw le nêw cogeda qetîs mawe
şewçiray jînî xełkî kujawe
 
demî şemzan û şîn û şêwane
katî awatî dił fiřêdane
kwa jyan? boçî bû be efsane?
wirde wirde dwanîşaney jîn
řoyî, awa bû, koçî dwayîy kird
tirs û lerze le cêgey azayî
bûkî tase û ewîn û hîwa mird
 
ey hemû nawnîşanî hestî jîn
ey bize! xoşî! xoşewîstî! ewîn!
xoretaw, ey hetawî germ û betîn!
boçî mirdin? neman? leberçî řewîn?
 
ewe şew hat û xêwetî hełda
pişû bendî buwe le nêw benda
 
dayke korpey le baweşa dekuşê
dêwî xem nêw diłî diłanî girt
hatî řoyî, demî nehatî hat
şewe hat û geřî geřanî girt
 
gemîy şadî le nêw zirêy xemda
serî şêwawe, dûrebestêne
dund û lapał û benden û nwałe
hemû xemhêne, şadî estêne
 
xem, nehatî, şewe, tem û ziryan
şewezing, tirs û lerz û serşêwan
dił peşêwî, peroşî, derd û cexar
beşî emşo keye, xuda hawar
 
kêye bê û pêm biłê çi qewmawe?
bo hemû xełkî mat û şêwawe?
şemî hîwa leber çî kujawe?
perîy diłxoşî boçî torawe?
 
nîwenûzey pyawêkî lerzok
ke le naxî derûnî dê boso
dełê: biřwane dûrî, ser aso
ewe dîsan hatewe tapo
 
tapo? tapoy çî? boçî toqîwin?
bo detirsên? leber çî şemzîwin?
 
ax... gwê bigre, dengî tapoye
carcar dêt û kêw delerzênê
ewe tapo be kołê tews û twanc
bangî ême deka û deneřřênê:
 
«ey ewaney minû be desbeste
daye des dujminanî aw û giłim
ey ewaney ke dîttan gulle
çonî debřê henaw û cerg û diłim
ey ewaney ke řojê yarim bûn
mintan han eda berew kujran
ey ewaney le gořî bêşermî
bê sikała be destî xo nêjran
ewe min bûm wa be şanazî
şertî xom birde ser pyawane
êweş ey taqmî le des derçû
wa be serşořî bûne efsane
tek webałî minû we esto bê
tek le małû hemîşe řořo bê»
 
«ah...
ey şewe! tarmayî! ey tapo!
besye bo xatrî xuda laço»
 
ewe dengî kuřêkî lawe, dełê:
«ah tapo! ême serşořîn
beřwałet dejîn, bełam lenêw gořîn
ême mil xêsî toqî tûkî toyn
şew û řoj her xerîkî şîn û řoyn
besye řabwardinî be serşořî
emşo lomey to jînmî gořî
şerte min bêm û şwênî to bigirim
nek be ḧîzî le cêgeda bimirim
 
ya ne azadî xakî kurdistan
ya le des çûn, kewtin, hełnestan»
 
tapo kem kem xuşî, nema, win bû,
mang hełat, hate der le ser bistû,
lawî jîr û bwêrî kurdistan
bangewazî dekird le bo hestan