çwarxiştekî

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 2 Xulek  1734 Dîtin
Çwarxştekî
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
çawim be to kewt û tawłî jîn řima
to bîrewerîy ewînî mirdûmî çima?
tom dît û nema hêz û biřistim, hebesam
wek keştî ke gîrabê le nêw bendî lima
***
to agirî sûtênerî, diłxiwazî minî!
aramîderî diłî minî, řazî minî!
çawit guł û lêwit guł û bejinit her guł,
gułxiwazim û toş gułî, gułî nazî minî!
***
napirsî le min ke boçî řengim zerde?
netdî le ser em dû lêwe zerde, zerde
jîn řoyî û pêm nawete ser lêwî goř
payîze, geyşte demî bistû zerde
***
awatî mine jyanî bê tûşî demê
دڵخۆازی diłe maçî demî xunçedemê
kwa yarî dił’estên û şew û şê’ir û şeřab
ew xoşî be min bida, minîş gyanî demê
***
pêm xoşe legeł to aşna bim, nabim
bo to û ewînî to fena bim, nabim
çit dîwe le min lexowe her dujminmî?
min dostim û bo dujminî nabim, nabim
***
kewtûmete nêw gêjî zirêy řenc û xeman
bo manewe pêm nawete řêy man û neman
hewł û teqelam her peleqajey jîne
axo degeřê be kamî min sûřî zeman?
***
jînî minî aware hemûy şêwane
camî temenim le jehrî xem lêwane
her dêt û nizîktir debê lêm tapoy merg
haware le min, mûyekman nêwane
***
dûrîy to giřî hezar xemî xiste diłim
lêm kewtote nêw girêy hezar řiste diłim
tendûrî xemit bo diłekem girfey dê
to xoş bî eger kewtote ser biste diłim
***