melî temen

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1592 Dîtin
diłim esîrî xeme, saqya desa têke!
eger be wirdî binořî zemane satêke!
le çeşnî hewrî beharî, temen be lez deřwa,
wiçanî bo nye, biřwane manî katêke
nemamî jînî betasem çema û biřkey mird,
le wişkesałî humêda çi şorekatêke
seła le min ke be şwên řoçnayîya wêłim,
jyanî çermeserîm tarîkeselatêke
melî temen fiřî û pêm geyşte lêwî goř,
keçî diłî bekułim çaweřwanî hatêke
çima çi ma le çema hênde xwên debarênê?
nemawe swêy û ewêstê pirûşematêke
kiłoł û dîl û kize kotrî nesrewî gyanim
kesê le ḧałî dezanê ke dûrułatêke
geyşte xałî dwayî jyanî min hawar
xeyałî xawe eger çaweřêy necatêke