mestîy řastî

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1559 Dîtin
Mestîy Řastî
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
Mestîy Řastî
Bi denga: سەید خالد ئیمامی
mey zor û zewende were ger badeperestî
meylane cimey dê were toş fêr bibe mestî
mestî emeye tûřî bidey bîrî jyanit
ca hênde binoşî netwanî ke hełestî
bo çore şeřabê megeřê derke be derke
meygêřê webîne binê pencanî le destî
biřwane bize û řewt û wite û řwanînî meygêř
çawit bikewe, wird bewe ca hest bike hestî
dawênî le des bermede û xotî fîda ke
ta řadeyekî bade degate binî xestî
estêre welanê dexoşê win debê deřwa
sed xozge be waney ke debin mestî elestî
mestane bijî, lêre hemû mestin û serxoş
bê bade meřo çunke le hewrazê dewestî
gwê bigre le hawar û le hûhû û le hewhew
des hełgire besyêtî îdî mestîy beqestî