to minî, min tom

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1549 Dîtin
ey to deryay piř şepol û bê sinûr
bo şew û şewgarî min kangayî nûr
çoře awim, dîlî çwarçêwey řikem
to zirêy bê ewpeřî, emnîş tikem
’îşqî toye hoy jyan û manî min
yadî toye agirî sûtanî min
to minî, min to, edî bo dûrî lêm?
çolbiřî řêtim keçî besrawe řêm
em diłem tawê bebê to nasrewê
dêm berew to berhełistim dête řê
berhełistî pêgeyînî min «min»e
xom debînim, xawenî xom lê wine
«min» minî xistiwe be dem bestênewe
to minî, to min le «min» bistênewe
xom nîşan de ey selîbî tom le mil
ba wekû «sîna» bisûtêm, bibme kil
leş ke sûta serdemî hermanme
leş řikey tarîk û tengî gyanme
destî min bigre ke bo dîn bûme dîn
ba çiro derka nemamî pêgeyîn