cwanekiç

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1752 Dîtin
Cwanekiç
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
Cwanekiç
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
Cwanekiç
Bi denga: سەید خالد ئیمامی
ey cwanekçî çeşnî gułî sûrî mukiryan!
lew řojewe tom dîtuwe şêwawe jyanim
řoyştî legeł bonî beyananî hełałan
min mawim û tenyayî û firmêskî şewanim
***
ey hawbeşî řojanî piř awatî ledesçûm!
sed xozge be ew sałe ke dił germî ewîn bû
emřo ke eger çeşnî xezeł zerdim û kewtûm
ew dem xemêkî nembû be mergit xemî jîn bû
***
ey bûkî diłim! piř be diłim to deperestim
lew řojewe cêt hêştûm ’ezadarim û matim
her çende dezanim ke îdî nayewe destim
ta řojê beşim debřê le dinya be tematim
***
ey swêsnî bonxoşî le asogî hewaran!
karî minî aware le dûrîy to kirawe
carê bike yadî minî dûrkewtû le şaran
ta řayeł û poy nîwejyanim nepsawe
***
ey taqe sitêrey şewî bê nûrî jyanim!
hewrî řeşî bextim be xuda toşî le min kird
haware le min dîlî řikey bendî giranim
to řoyî û min mirdim û awatî diłim mird...