xembar

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1721 Dîtin
Xembar
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
Xembar
Bi denga: سەید خالد ئیمامی
diłim dîlî xeyałî xawe emşo
hemû dinya le min gořawe emşo
le dundî estemî bûn û nebûna
peşokawim, serim sûř mawe emşo
le hatîma, nehatî hate tûşim
gułî kwêstanî dił şemzawe emşo
pejare û xem wekû lawlawêkî řeş
le dewrî gyan û leş haławe emşo
leber çawim wenewşey sîsî hîwa
milî keç kirduwe û jakawe emşo
ecel bo girtinî kotrî jyanim
xerîkî dan û tepke û dawe emşo
le bextî řeş be damawî û kiłołî
hemû derkê le min besrawe emşo
kizim, soranî şînim, mil be kwênim
perî bextim le min torawe emşo
le min haware korpey cwanî şadîm
le gêjawî xema xinkawe emşo
be mistî dêwî załî bêwefayî
dełêy koşkî wefa řûxawe emşo
firîştey jîkełey awatî dûrim
le zîndanî şewa damawe emşo
şine dîlî şewey şewgare hawar
ne estêre, ne şewba mawe emşo