beharî azadî

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 2 Xulek  1630 Dîtin
Beharî Azadî
Bi denga: سەید خالد ئیمامی
gułekem! nemawe dwênê
ke bijîn be řenceřoyî
melî şadîye û dexwênê
le beharî serbexoyî
demî jyanewey hejare
bize hate cêy pejare
***
gułekem! gułî humêdim
şew nema, beyanî engut
xoşewîstî dûrezêdim
dêwî xem kirawe demkut
guł bizey le ser demane
cêjnî gewrey nîştimane
***
gułekem! be widmî şîba
bestełek nema, twawe
şadî û ewîn û hîwa
ałqe’ałqe têkxirawe
helî şewşiney şemałe
kanî şewgeřî xeyałe
***
dengî şadîy ême emřo
le sinûrê têpeřîwe
xorî azadî le aso
şewezengî hełbiřîwe
koyleyî û dîlî nemawe
netewî piştî çemawe
***
bizeye û serdemî xoşî
gułî şadî hate xemłîn
têkîpêçawe peroşî
çîdîke esîrî xem nîn
bo le kazîwey beharî
gułî min! lêm nadyarî?
***
çende xoşe kurdewarî
were seyrî kêw û deştî
seyrî bijwênî hewarî
lêřewarî wek beheştî
hemû layê sûr û şîne
katî xoşîy guł çinîne
***
 
çi cwan û diłinşîne
çem û lêř û deşt û ade
were biřwane, bibîne
kewî sermestî kuřade
çon deqaspênê be mestî
were toş hest bike hestî
***
le serî dundî jyana
tem û xem berew fiřîne
le zewîn û asmana
mosîqay xoşî ewîne
le tewawî şwên û mełbend
bote hełpeřîn û gowend
***
çi debê zêde le jînim
bêyewe berew ewînit
carêkî dîke bibînim
bejnî řêk û diłinşînit
pêş ewey le des biçê jîn
tamî xoşî jîn biçêjîn