me’lûme ke lem mefsede kê esis û esase

hecwî mîrza ’elî
Li pirtûka:
Dîwanî Edîb
Berhema:
Edîb (1874-1932)
 1 Xulek  786 Dîtin
me’lûme ke lem mefsede kê esis û esase
terzî mesele, cêy simî ker, çingî heyase
wa nîme be kurdî, teřefî xom ke nenasim
řûy dyare lebin perde, wekû asupełase
me’lûme be quwey kilk êsk deşkênê
bêçare biraym nîye, bew hoş û hewase
bê siř nîye îxfayî texellus le hîcada
cakêşîy û gewwadîye em tirs û herase
hacî teřefî min, kere, munşî bê çi katib
hênd eḧmeqe, boy wacbe mehmîz û qerase
bê tebi’ û hewaye, be kerî bête mesafim
şî’irim wekû şêst tîre, muqabîl be mesase
namuntezeme, şî’rî nefamaneyî cahîl
wek cinde mubahatî be gandan û lîbase
teb’î keçî wek cewherî cû bû wederî xist
ger çarî nema cinde sîlaḧî ketedase
te’qîbî meke çîdî edîbNasnava edebî, bem qełemî hecu
dujmin ke be ew te’ne lenêw janî nîfase