însafe le bo bêłê hemû labe û zarî

Li pirtûka:
Dîwanî Edîb
Berhema:
Edîb (1874-1932)
 1 Xulek  759 Dîtin
însafe le bo bêłê, hemû labe û zarî
endêşe kemê başe le te’ney minî ’arî
ew bêłe meger bêłe weya otomobêłe
sê mangê mu’ettel bê, leber bê tenekarî
bo pêmeře qet perdeyî ’arit medřêne
ger xawenî şan û şeřef û hoş û wîqarî
kûret le beharêwe demê coşî nehêna
key kûreye?! şayane biłêy kone buxarî
qid zaq micalî kisralilh ’ilatikErebî
tefrem mede çîtir eto û ḧezretî barî
ey way çi sûdê heye le şikanî diłî min
la tiḧtirq alkur biftînî û narîErebî
her çend melekey bîrî to piř taw û ’ecîbe
bigre qełemit, besye, newek řûşe bibarî