eto dwênê qerarit da degeł min
Li pirtûka:
Dîwanî Edîb
Berhema:
Edîb (1874-1932)
1 Xulek
1369 Dîtin
eto dwênê qerarit da degeł min
ke çwar parçe qełem hen, xalîs asin
emin ewřo heta şew muntezîr bûm
xuda bibřî biła pyawî dirozin
eger bê û małî şêxî lê wederxey
çilon saqît debê wek kêrî bê gun
le pêş çawî hemû ’ałem dyare
le herzanî be wêney denkî herzin
diłî birdim mewa’îdî letîfit
keçî emřo le min bwe bûkî bê bin
diro zor şerme bo aẍay wekû to
debê amancî te’nî dost û dujmin
be gyanî şêx celalî bom nenêrî
diro ser derdexa wek kilkî bałn