agir û sohtin

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 Xulek  977 Dîtin
agirê derdê te îro, suhtime wek pirpirîk
awrên wan herdû çavan, dil vekirne sed berîk
sed derî dadan li ber min, da ku neghêm dilberê
qet nikarîbû vekim, ez li ber xwe yek derîk
min di destê gulfiroşan, dî gulek rûgeş biken
mal û can min dan bihayê, sorgula geş bê şirîk
min nizanî ko li hawîr, wê hene xar û kelem
bûye çil sal ko bi wê, xarêve ez maym xerîk
min dixiwest ez bîn bikim, wê sorgula nazdar û geş
lê ji destê min revandî, sorgula min serserîk
pîr û kalim ez, nikarim, jê bixiwazim wê bi zor
min bi lavlav daye pey wî, nadî dest min ew perîk
min li nêv van şax û deştan, çandibûn hin: nîsk û nok
çîqreşan carek li ser, danîn û xwarin hêj firîk
navbera herdû çeman, qada m bû, lê ez çikim
dijminê dijwar û serdest, nadî dest min: omerîk
garsê avî me çand û, serbilnid bû, zû giha
lê ji hawîr ref bi ref, danîn li ser çûk û çivîk
garsek bê harsek ez, dê çi bênim bênderê?
koç û kerwan tên di berve, jêdkin her yek serîk
min dil û guriçk kirîbûn, ko ji bo xo bikme şîv
kûçk û tajî û tola, tev birin, ma kerkerîk
kîlwek nanê genim, ko min ji nanpêjan kirî
parsek û kor û kulek, ew tev revandin, ma kerîk
ey cigerxiwînNasnava edebî, ka ji vê jînê, çi zanî ezbenî?
şox û şenge, pir çelenge, nazdar û surperîk