ka dosta zana

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 Xulek  655 Dîtin
divêm dil bi dim dostek zane û jîr
evîndar û xwedî bawer, xwedî bîr
gelek rêzan, gelek hozan, bi tedbîr
belê çibkim nedî min ew, nedî min
çiqas çavên xwe min hawîr gerandin
pyên xwe min di vê rêde dirandin
me kincê: sebir û samanan çirandin
belê çibkim nedî min ew, nedî min
me: şaş û cibbe avêtin ji derdan
me ola xwe, me malê xwe bi derdan
me can û dil divê rêde li ser dan
belê çibkim nedî min ew, nedî min
heye çil sal ku ez hawîr dibazim
li şam p hem li bexda ez digazim
şev û rojan dinalim dev ji sazim
belê çibkim nedî min ew, nedî min
li ezmanan di ser hewranve ez çûm
ji vî bextê minê reştarî û şûm
dikûrim ez li her alî, wekî bûm
belê çibkim nedî min ew, nedî min
wekî dêwê sipî girs û dirêjim
bi van ristan gelek fortan dibêjim
çi solbendim, belê ez bê dirêjim
belê çibkim nedî min ew, nedî min
ji bona xatrê çavên teyên reş
ji bo bighêm ewan dêmên teyên geş
ji bo maçên dev û lêvên teyên xweş
belê çibkim nedî min ew, nedî min
li kerkûk û li waşoxan û amed
li bermayên: metîn û horî û med
me go: belkî bibênim ez şirînqed
belê çibkim nedî min ew, nedî min
serê min bû sipî, berfa zinara
ku pîrî hat, cwanî ma ji para
bi min payîz gihişt û çû bihara
belê çibkim nedî min ew, nedî min
dixiwazim ez, bibênim yarê şêrîn
wekû mem ez dinalim tim li ser zîn
wekî mecnûn li ser leyla cigerxiwîn
belê çibkim nedî min ew, nedî min