sermestê evînim

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 5 Xulek  1468 Dîtin
ey hevala evîndar
tu jî wek min birîndar
kengî ko em dighên hev
bi dilxiweşî, roj û şev
gul û çîçek geş dibin
dilê daran xweş dibin
sunbil hawîr dihejin
tev sitêrk dirjin
çya bilind dibin jor
cihan dibit keskesor
ba tê bi saz û lîlan
terwende hawîr dîlan
avên gola didin pêl
rwê rojê dibit sêl
tilûr kesk û zer û sor
bi bazkan diçin jor
weke lokis û çira geş
ronî didin şeva reş
pir geş dibin gulê min
tev direvin kulê min
gul û çîçek, ez p tû
qaz û ordek ez û tû
herdû rewşa vê jînê
dengê saza evînê
ey hevala evîndar
tujî wek min birîndar
wer da em herin şoreş
em guh nedin şeva reş
bibin wek bûk û zava
berî roj herî ava
perda şevê bê ser me
bext pêwan bî li ber me
ez têr bibim ji dînê
pîroz bibim di jînê
wê hişkedar bibin ter
em guh nadin ceng û şer
ev şol hemî dibin gul
ji dil diçin xem û kul
gava te bikim hembêz
bi serbestî herim rêz
çavên reş û dêm û çen
herdû lêvên şekerken
bidî seyda dyarî
li dil dibî biharî
ey hevala evîndar
tu jî wek min birîndar
ka em herin sînema
ji dil derxin va xema
ko çav hawîr bigêrin
li her tiştî binêrin
hene gelek wekî me
belkî zêdetir ji me
herkes divên azadî
kî naxwazî dilşadî
rast û qanûn, girêbend
li ber me bûne pêwend
nahêln em bijîn xweş
gayê beş û kerê reş
ew naxwazin serbestî
em jî navên bindestî
em ronîyên nav şeva
hev dikşênin kareva
bi çavan hev dinasin
çi derpê û kirasin
bi qozîyên du çavan
li hev dikin selavan
evîndarin,ne tolaz
ji hev re bûne dilxiwaz
karême bê zyane
tenê milet, nezane
evên bûn rêberê me
çi anîne serê me
dirist nakin evînê
bêmrês dikin civînê
lê em bya wan nakin
divên dilên xwe şakin
ey hevala evîndar
tu jî wek min birîndar
ka em herin ber çema
bikin govend û sema
pêlên avê bibênin
xeman ji dil derênin
li ser qûmê em razin
ne gilî û ne gazin
dilê me jî pêl bavê
xwe bighênî peravê
ew qas teba: gir û hûr
dijîn tê de bê destûr
ne melane keşe
ev jîn bi wan çi xweşe!
nêr û mêne, bê jimar
hemîwek me evîndar
hinek hevdî dimjin
hin jî hevdî dikujin
ev cihana hemî av
nayên hejmar ên dinav
hinek têne peravê
xwe tavêjin ber tavê
lê em tevan dikujin
xwîna wan em dimjin
ko keysa wan li me tê
nadnikesî firsetê
kengî ew me dibênin
divên me daqurtênin
candar hemî wilone
ker û gayê silone
tiştên xweş ko dibênin
dixiwazin daqurtênin
ev jîna bê ser û bin
hinek tên û hin diçin
wekî me tev nezanin
sermest û cangiranin
em ji ku tên, diçin kû?
bersiv nayê dayîn zû
dema çêdbin şebeş
bi me şiqas dibin xweş
mirîşk, diçî çi dixiwî
tu jî hêka wê dixiwî
em tev xwînxiwer û xwînimj
ma kî heye dilpaqij?
em jî weke gur û ker
tev goştixiwer û gyaxwer
êrîş dikin derê hev
geh bi roj geh bi şev
dilên me reş û tarî
cihan bûye kî karî
tev pêxwasin wek qedê
em tev guh nadin xwedê
tev har û dîn û gêjin
em nizanin çi bêjin?
eger xwedê me rakî
dojeh têra me nakî
lê ko vekî mehkemê
ewê herî cehnemê
tiştê bi me ew dikî
li ser me derew dikî
nizanî mej ku tînê
çawa me tînî jînê?
ev jîn herdem hebûne
ne ji adem çêbûne
jîndar hene her û her
çi ên hişk û çi ên ter
weke ava çemê zê
hinek diçî, hinek tê
ey hevala evîndar
tu jî wek min birîndar
ka em herin ser çya
li ber lat û ser gya
rûnin ji hev bikin pirs
çine evên hûr û girs?
hin sitûr û hin zirav
ne dê heye, nejî bav
ev lat çima wer sitûr?
zixur, çima wilo hûr?
dibin me re ava çem
berjêr diçî, lemelem
ew jî wekî min û tû
ji ku tên û diçin kû?
em tev sazin di jînê
dilbijojên evînê
me hevdî kirye hembêz
di hebûnê bûne cêz
sermeyanê meye jîn
kara meye ev evîn
me perdên reş dirandin
sênc û çeper çirandin
em naxwazin zordestî
me tim divê serbestî
evîn, şerab, qedeh, lêv
jin bexçeye tijî sêv
derê bexçe veke zû
da ramîsim dev û rû
herdû lêvan bidin hev
berî li me bibî şev
serxiweş bibin, bi ken bin
wek menîce û bêjne bin
por gijgijjî, dev gerêz
lêv û zenî bibin mêz
şermê bavên ber derî
bibin hov û serserî
mey ji lêvan binoşin
vê jînê xweş bidoşin
şaşê bavêm li ber pê
ne kiras û ne derpê
bibim qeşmer, herim , bêm
bere ezbim ewê kêm
çavan bigirim herim dûr
nav gomanên pir û kûr
herim binê boxazê
belkî bighêm daxwazê
di nav pêlên pingavê
belkî herim peravê
perdê ji ser xwe rakim
da bizanî çi pakim
ey dawera evînê!
ken şeker û şirînê
veşartyên hebûnê
berçavên peydabûnê
min rakşîne banî
bi min bide xuyanî
seyda, çye dibêjî?
li xwe dikî sergêjî
ev tewşeprisyare
ne nûjene kevnare
ne cizîrî,ne xanî
kesî bersiv nezanî
sed wek feqîyê teyran
di vir de mane heyran
pir dijware ez benî
ne serî û ne binî
ne ev şev û ne ev roj
ne bihişt û nejî doj
ne destikera kesîne
ne wek kûp û misîne
çi hatin û çijî çûn
herdem heye ev hebûn
wer felsefa nû bixiwîn
zanî kîye cigerxiwînNasnava edebî?