ez girtî û dîlim

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 1 Xulek  723 Dîtin
tîran direşênî
tu li dil begler
û mîrê!
dil gazî û qêrîne
ji ber gezme
û tîre
sih sale di benda
tede ez girtî
û dîlim
guh nadî gilî
padîşeh û jîr
û wezîrê!
carek tu li ber
camê temaşa
bike birhan
belkî tu bi saya
birwan min
bixî bîrê
carek ji serayê
were zindanê
me dîlan
pirsek ji te cana!
vedkî bendik
û nîre?
ferman bike carek
ku li dergahê
te rûnim
da ser bihejênim
ji tere ey
şeh û jîrê!
seydaye cigerxûne
ji derdê te dinalî
daxwaz çye zanî
me ji vê gazî û qîrê?