pesnê şoxekê

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 3 Xulek  454 Dîtin
ey delal şeng û şox û , pir şirîn û gewr û rind!
wek keça mîrê milaye, tim swar tê ew ji gund
ez dinalim bê hevalim, dilbijê bejna bilind
min ji bona maçekê jê, danîn liber pê çîn û hind
ey hevalê, wey delalê!, dilbijê çavênte me
ez nizanim kê du çavên, te wilo danîne reş?
tîr ji wan çavên direş, tên dil, hezar û şêst û şeş
biska li ser dêman dilîzin, rû gula pir sor û geş
..
ey hevalê dil li balê!, dilbijê dêmên te me
dêm wekî sêvên xelatê, rû sipî û sor û zer
biskê tarî ta bi ta, tên semayê xweş li ser
ah û axîn, sed hewar û, nal û qêrîn min ji ber
...
ey hevalê ebrû dalê!, dilbijê birhên te me
herdû ebrû rengê heyva, yekşevî xûz û zirav
dê li wî cejin û cema bit, ger bibênî yek bi çav?
rû di bin de rengê roje, da cîhanê şewq û tav
poz wekî almas û gewher, nê’ay destê kes bi lav
ey hevalê, wey şepalê!, dilbijê pozê te me
poz bilinde, gewr û rinde, rengê mas û gewhere
bejin û bala tox û ala, dilreva û xwînxiwere
hin dibêjin padîşahe, hin dibêjin serwere
lê çiqasî xwînşirîne, dilreva û dilbere
ey hevalê çav xezalê!, dilbijê lêvên te me
lêv, wekî xuncê gulane, kengî tên ken, sor û geş
aferîn sed aferîn, maçek ji wan da min çi xweş
gul ji lêvê dêm ji sêvê, herdû ebrû xwar û reş
dil dikî talan bicarek, ko ji bircê tê bi meş
ey hevalê sebir û malê!, dilbijê bejna te me
bejneka şox û şepale, rengê serwa ser cwê
taceke tev zêr û gewher, da serê xwe xusrwê
min bi sed lav û girînê, dest gihande zengiwê
...
ey hevalê pir delalê!, dilbijê newqa te me
newqeka naz û şirîne, kembera zêrîn diber
pir delalê dêm şemale, tirihk û nazdar û ter
mêr û jin tev lê dinêrin, ko ji bircê tête der
lê li ser sîngê du sêvin, reşgulî cengin li ser
ey hevalê dêm bi xalê!, dilbijê gulyên te me
rewş û pergal pir cwane, hoste pir xweş danîye
hin dibêjin: ev şikakî, hin dibêjin: wanîye
yan melayê batîye, yan jî melayê xanîye
...
ey hevalê pir cemalê!, dilbijê tilyên te me
zertilî mûm û şimane, lê du gustîl zêr û zîv
wek sitêran xweş dîsin, lê li jorê ebrû hîv
bazin û zend û tilî, gustîl bi hevra bûn kirîv
ez bi rojî bûm dema, min dî firavîn kirye şîv
ey hevalê roj û salê!, dilbijê çîmên te me
çîm ji berfa şevnivistî, ko xunafek lê kirî
ser ji gorê radkin, sed sed li pêjna wê mirî
agirek berdaye dil, hetta ku saxim namrî
ah û nal û qîr û hawar, min ji ber vî agirî
ey hevalê tim li balê!, dilbijê dîna te me
ez cigerxiwîn bûm li ser te, ah û nalîn tim girî
vî giranbarîne ez bim, kî dikarî hilgirî?
carekê pirsê tu nakî, qey li kolê ber derî?
ev cihan yekser evîne, lê tu kok û jêderî
ey hevalê ez di talê!, rengê ayîna te me