gul şengê
Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
2 Xulek
941 Dîtin
bejin şoxê, gulî şengê, li ser şengê dikin cengê
sipî zendê, wekî pengê, diran zêr û birincîne
bi lêv û dev kelacoye, kevan ebrû perî roye
şirîn gotin, piling xoye, memk sêv û tirincîne
çi cadûne du çavên reş? çi reng rone du dêmên geş?
dema ko tê bi lenc û meş, birû reşxiwar û zencîne
serên tilyên pyan sore, di lingande nehin gore
bi rist gotin, bi ken tore, ji zêr gerden çi gencîne?
hemî zêr û belexşanin, bi ristin ew, zerefşanin
wekî neqşê derevşanin, ji hindê tên, firincîne
dur û zencîr û pişkojin, ji wan sed wek me dilsojin
dîsin tev wekî rojin, bi êş û derd û rencîne
sipî dêmin bi xaln tim, du lêvên sor peyaln tim
ji ber wan em dinaln tim, bi sawin ew, çi gurcîne?
dema min dît ji bircê tê, çirîn û rind û gurcê tê
wekî lalê di durcê tê, bi lar û naz û lencîne
şeker lêvê giha ba min, şirîn û naz û rinda min
ji lêvan şerbetek da min, dev û lêv sore, xuncîne
ji ber wê şerbeta camê, ji şewqa wê qed û qamê
veda dil şewq û ilhamê, ji wan zulfên di mencîne
li ser enyê zulf çînçîn, li min can û ceger kir xwîn
bi çavan daye min mizgîn, metirse! ev ji qencîne