xwe derxe

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 1 Xulek  711 Dîtin
sibe rabe ji pişt perdê xwe derxe
tu şê biskan li ser xalên diqerxe
ji qesrê derkeve xanim bi tenha
bi lar û lencebe bejna te terxe
serî deynim tu pêlêke şehê min!
vebin carek di ser çavên me erxe
li ser sinsingê bila rabit qyamet
birîndarên du çavan bibne kerxe
bi lêvên sor tu serxiweşke me carek
li hawîr hev bilîzin mak û berxe
ji wan çavan ber û tîran bibarîn
dur û yaqût û zêran tev dişerxe
bihêle bêm tewafa herdu lêvan
tu destê min di ber qulpa kemerxe
ji lêvên sor tu maçek ger bidî min
li ser min pir biha û pir bi nerxe
eger raste xwedê parêsî îro
tu lêvên min di bin goş û guherxe
di dilde şah û xanî, xanma min
dixiwazî dil bisojî zû xwe derxe
cigerxiwînNasnava edebîm di vê rê dilbirîndar
ji dîdara te wek dolab û çerxe