ez û yar

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 Xulek  1292 Dîtin
çav beleka min twî, por xeleka min twî
surmeleka min twî, lê dil bi kovan ezim
surperya min twî, dêm zerya min twî
şengebya min twî, jar û perîşan ezim
bejin bilindê twî, pir gewr û rindê twî
wek mûm û findê twî, ê dil bi sozan ezim
şox û şepalê twî, qenc û delalê twî
herdem li balê twî, sermest û ḧeyran ezim
memk ji sêvan twî, şeker ji lêvan twî
di dilde mêvan twî, gorî û qurban ezim
şeng û çelengê twî, awir piling twî
ebrû ji yangê twî, armanc û nîşan ezim
taca delala twî, şewqa şemala twî
kara xezala twî, bi qîr û giryan ezim
gula li baxan twî, pêta çiraxan twî
derdêne saxan twî, ê dil bi êşan ezim
serdarê rinda twî, tilî ji findan twî
ya dêm ji qendan twî, dil çû bi talan ezim
gula zinaran twî, gulî ji maran twî
pişkoj ji daran twî, lê rengê xaran ezim
nazk û pîroz twî, ji bo me amoz twî
agirî û zagroz twî, ronk ji baran ezim
rû gewr û şêrîn twî, sitêr û perwîn twî
şêrîn û hem zîn twî, memê di zindan ezim
ya dil birîn kir twî, ciger bi xwîn kir twî
dil har û dîn kir twî, kuştyê çavan ezim