jin hene jinkok hene
Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
11 Xulek
1430 Dîtin
cihan bûye zivistan
rê û bwar rawestan
berf û baran û bahoz
hawîr bûye terpetoz
çûk nikarin derkevin
teba nema dilvin
rê winda kir çîqê reş
di wê roja pir nexweş
cihan li ber tarî bû
ew nizanî diçî kû
bi bez diçî, dil bi kul
per û terî hemî çil
ji ber serma sibatê
xwe avête ber latê
pir tarîye, bû dereng
dî şikeftek reş û teng
çîqê reşê pir bi rû
xwe avête hindirû
ket hêlîna kevokê
xwe berdaye ser çokê
kevokê kir qireqir
pepûk, ji ku hatî vir?
ba, bahoz tên bi gijgij
cihan tevde bûye mij
ez hatme mala te
xwe daye ber pala te
ejî wekî te teba
gerek bêjî: merheba
van çend rojan sibate
tim namênim li ba te
ezê herim mala xwe
bighêm cem hevala xwe
lê kevokê bi xeyd go:
na heyra, na, de o, to!
îşev raze, sibê zû
here bêka diçî kû?
ez bi tenê jina bî
hêlîn tenge, nîne cî
nêr hemîdest dirêjin
xelkê siba çi bêjin
dost û mirov û neyar
wê bê: bûne dost û yar
ne wek hevin per û post
em nikarin bibin dost
lê çîq per gihandin per
hinek bala xwe da ser
bi evînî jêre got
heta dil û ciger sot
ejî wek te xwedî per
zivistane, bê mefer
heçî mêne, dilovan
ez li te bûme mêvan
ey kevoka cowan per!
kî mêvana dikî der?
bere bişkî bayê reş
belkî cihan bibî xweş
navêm li cem te razim
xatir ji te dixiwazim
ezê herim mala xwe
herim cem hevala xwe
çawa laşê wê germ bû
dilê wê pêre nerim bû
ezê bêjim guh bidê
mêvan mêvanê xwedê
lê berê xwe mede min
çawa hebî qelse jin
hinek dûrî min here
berê xwe jî bighere
oh, de çine evên nêr?
li ser me xwe dikin şêr
heçî mêrin tolazin
li pey jinan dibazin
ev şikefta me wek dêr
ez paqjim weke zêr
gotin çend gotnên tewş
bi herdiwan xweş bû rewş
çîqê reşê bê fedî
ji nû rya xwe tê dî
perên xwe berdane ser
wî kişandin çend keser
go: şêrînî, kevokî
xuyadkî zarokî
ev cihana pir mezin
ne serî û nejî bin
mişte ji evîn û jîn
hebûn çye, bê evîn?
jin çye ko nebî mêr,
ko xercine bî çye zêr?
rewşa jînê mêr û jin
herdû hevdî dimjin
em ronîya vê jînê
sazin ji bo evînê
mêr û jin ko bighên hev
li dil ronî dibî şev
bihîstine mem û zîn
kîne ferhad û şêrîn?
eger nasnakî evîn
xec û syamend bixiwîn
ew qas li min mebe leç
bixiwîne ka çilo xec?
dil ji kul û xeman mişt
di evînê wê xwe kuşt
ez memê me û tu zîn
ez ferhadim û tu şêrîn
ez syamend tu jî xec
çi jinbî û çi jî keç
ey kevoka per heşîn
heçî nêrin, cigerxiwînNasnava edebî
mêr çyakî pir paqij
lê jin li ser bûye mij
ezne dînim,ne gêjim
bi kurmancî dibêjim:
sergo nadin ser bana
jin guh nadin mêvana,
ev pirtikên xweş û nerim
ku nekşênin hilma germ
çi hêjaye jîna te
ko nekşênim bîna te
siba wê bibî bihar
teba dibin dîn û har
serxiweş dibin ker û gur
bi zûrzûr û bi zirzir
bi wan xweş bin dem û çax
hawîr dikin ox û ax
bi wan şêrîn dibî jîn
dilan dadgirî evîn
pey hev kevin jin û mêr
yan jî heçî mê û nêr
tilûr bikin qişteqişt
laş ji evîn dibî mişt
çiqas paqij bî wek zêr
mê nîne dil nedî nêr
gerek hebî hespê nêr
çavên te jê bibin têr
perên xwe têxin nav hev
çi bi roj û çi bi şev
ji hev bistênin germê
ji xwe bavêjin şermê
xwe têxî ber dilê wî
birevênî kulê wî
bi we pir xweş bibî jîn
tijî bibin ji evîn
ejî nêrim, tijî mê
serma me kuşt bi germê
emê hevdî kedîkin
çêlîkên xwe xwedî kin
ew kevoka jinebî
zû fireh kir jêre cî
çeng û per lê şikestin
herdû bi hevre mestin
kete nav lingan terî
dibin çavan lê nêrî
pê xweş bûye gelek jîn
dil dagirtî ji evîn
cihan pir pê bûye xweş
xwe siparde çîqê reş
piştî ko roj çû ava
ew bûne bûk û zava
derbas bûn ew demên sar
sibat çû û bû bihar
gul û kulîlk çûne der
cihan bûye kesk û zer
her kes rûgeş bi jînê
dilbijokên evînê
teba hawîr digerin
tilûr bilind difirin
candar hemî bi şadî
divên gerdenazadî
çîq û kevok bûne cot
wek destûra xwedê got
geh bi roj û geh bi şev
dane hevdî lêv û dev
ji nişka ve dîn rokê
qolinc hatin kevokê
hêkên wê ku bûne heşt
ji nû li ser wa rûnişt
bi ser wan de bû pisîk
heta ko bûne çêlîk
lê dî ko reşin wek çîq
ji nû kire şîqe-şîq
kire qazî go: hewar!
firî jor û hate xwar
kire qîr û şîqe-şîq
xwe avête rwê çîq
çîq serê jêre danî
kevok dîsa çû banî
dîsa bi hêrz hate xwar
reben, ji ber qare-qar
çend êrîş anîne ser
li wê navê xweş bû şer
çîq jêre go: dya min,
çye kêmasîya min?
go: ey çîqê reş û pîs
te wêran kir li min lîs
ez paqij bûm weke zêr
te ji banî anîm jêr
min nav nanîbûn ser xwe
de wer rêke jê derxe
ezê çi bêjim xelkê?
wê nebêjin: te ji kê?
wergirtine ev çêlîk
ne pîroz bî ew kêlîk.
ko, tu hatî mala min
xwe avête tala min
bi vî serê tey mezin
ez ji tere nabim jin
çîqê qurpiz go: tifî
bê li bextê jina bî
ma kes karî li dinê,
bi zor bazdî ser jinê?
bi te ez bûbûm şekir
îro dibêjî: siktir!
ez kevokim per sipî
keç bim yan jî jinebî
ez paqij bûm weke zêr
ez neghame kesê nêr
ji bazî re nego: fîq
çawa bibim jina çîq?
bixiwe ket û kir hewar
çêlîk tev avêtin xwar
ji nû rabûn hêrzên çîq
bi ser de kir şîqeşîq
êrîş birê bi nikil
lê pir kirin xem û kul
bi xeyd ji kevokêre gotê
te hinavê m tev sot
ey kevoka jinebî!
tilûr çi reş, çi sipî
hemî ji yek bavîne
meger bej û avîne
sipî û reş û belek
di jînê de hemî yek
şaşa mela û keşe
yek sipîye, yek reşe
lê herdû jî olperest
xwedî destûr, xwedî rist
mî ya sipî, mîya qer
weha renge ga û ker...
şeb sipîye, reşe misk
berf sipîye reşin bisk
roj sipîye reşe şev
reş û sipî weke hev
rengê teba hezarin
bê pîvan û jimarin
kesk û sipî, sor û zer
li jor dibin qozeqer
em tev ji vê axêne
xwej min çêtir nebîne
kevokê go: çîqê reş
pir çilekî wek keleş
reş û sipîne wek hev
kengî roj dibî wek şev?
reşk tev bê ewlene
li ber destan kolene
tên kirîn û firpitin
weke êzing û rotin
çîq go: na, na, tu şaşî
di vir de pir li paşî
reşin hene serbestin
sipî gelek bindestin
lê tev karker û cotar
dibin kolê koledar
mirov hemî weke hev
tevlî candar dibin tev
candar hemî xwarinxiwer
hinek hene bîrewer
mirov xwedî zimanin
ji me çîtir dizanin
pêş ve diçin dem bi dem
li paş mane tenê em
kevokê go: bese, bes!
şikefit li min bû qefes
dev ji felsefê berde
te naxwazim m berde
çîq go: kevoka sipî
evin weynên jinên bî
reş paxerin, sipî, zêr
niha bûne jin û mêr
eger qanûnek hebê,
divê tu pey min de bê
jin tim darê şikestî
jêre nîne serbestî
go: bi serê tey mezin
ez ji te re nabim jin
jehrê têxim vî dilî
ezê li te kim gilî
herdû firîn çûn ezman
çûn dîwana suleyman
çîrok li civatê got
dilê tevan kir bizot
lê wezîrê wîyê kurd
go: ey şah û yezdîgurd!
bere herdû bifirin
emê li wan binerin
ka raste herdû wek hev
raste ro jî weke şev
herdû rabûn xweş firîn
li ezmana xweş gerîn
çîqreş dema hate xwar
xwe avête ber dîwar
lê kevok hat ji ezman
çû ser destê suleyman
wezîr gotê: ezbenî
ezê bêjim,ne kenî
herdûne babetên hev
ro jî nabî wekî şev
çîqê reşê kesnedî
ne wek kevoka kedî
ev kevoka dilovan
tê ser destê suleyman
nej bo reş û sipîtî
ji bo hovî, kedîtî
jêre navê xeberdan
kevok jê hate berdan
çîq gote mîrê cina
guh mede weynê jina
li nik çîqê teyê reş
çîrokek heye pir xweş
ferman bike bibêjim
da zanbîne gêjim
ne kin û ne dirêje!
suleyman go: de bêje
go: xortekî ser bilind
keçek anî wî ji gund
ro çû ava, bûye şev
bûk û zava gihan hev
berî herdû bibin cot
wan ev ji hevdî re got:
jêre da sozek mezin
ez dest nadim jinek din
xwedê çêkir jink mir
gorna wê li pala gir
mêrk li ser wê girî
lê wê çi bêjin mirî?
eger salek, eger do?
xwedê ji cibrîl re go:
rabe here vê şevê
biner ji min çi divê!
cibrîl sivk hate bal
te çi divê’ey heval!
ger te divê zîna xwe
bidê nîvê jîna xwe
ezê ji bo te rakim
dilê te û wê şakim
mêrk pêre çû rayê
nîvê jîna xwe dayê
deng hat ji gorinistana
cibrîl rabû ezmana
mêrk dicî de bû kal
jink rabû wek xezal
kalê reben berde çû
lê ew dûrîwîdbû
pitê, ez mêrê te me
li ser wê soza xwe me
bû tiqtiqa wê, kenî
go: bes kalê dev genî!
eza gewr çav xezal
çawa bikim evê kal!?
kalê reben,bê mefer
wî êrîşek bire ser
li wê navê bû hewar
ji wêde hat yek swar
lê xortekî gelek rind
bejin û bala wî bilind
dest avête destê wê
avête ser pişta hespê
swar jink bir û çû
kalê, tifek daye rû
cibrîl hate serê gir
weke berê dey lê kir
ha, ka jina te ya baş
xwedê şaşe,yan tu şaş
go: ez kolakî ser reş
xwedê çibkî ewa xweş?
cibrîl gotê: kalê dîn
jîna xwe jê tu bistîn
mêrk dîsa wilo got
dî ko dîsa bûye xorit:
ey padîşahê ser text!
li cem jina nîne bext
dil bi kul û bi derdim
çawa jina xwe bedirim?
bersiv dayê zû kevok
hin jin hene, hin jinkok
destûr bide kevokê
ejî bêjim çîrokê:
hebû keçek gewr û rind
bûbû çîrok li nav gund
xortek rabû dest bi dest
qelen da û keçk xwest
piştî ko roj çû ava
gihan hev bûk û zava
herdiwa sûnda mezin xwar
ji kesî re nabin yar
li wan demên pir dirêj
derbas bûne bê sergêj
mêrk rojekê bi lez
berê xwe da nava rez
tiving li ser milê wî
tiştek kete dilê wî
ka ez wê bixapênim
da rastyê bibênim
tebak li wê çolê kuşt
derpê di xwînê de hişt
nava lingan kire xwîn
hate malê dil bi şîn
çawa jina wî ew dî
kire qêrîn, da girî
mêrk kete nav cya
jink rûnişt ber pya
go: ka bêje çi bûye,
birîn çye, li kûye?
go: min yeke neçê kir
min tebakê xwe jêkir
jina wî ya pir cwan
jêre wê got: dilovan
li ser soza xwe me ez
tu kes naçî li nav rez
jink kete gomana
weke tavên barana
sed dihat û sed diçû
çawa çêkim ewlebûn?
ewlebûnê ku çêkim
divê pozê xwe jêkim
rabû çû odake dî
wê gûzanek li wir dî
pozê xwe wê zû birî
zor da hewar û girî
mêrk sivk rabû, çû
li ser qadê dî kepû
pitê,min derew dikir
go: te ya xwe bi m kir
wî pozekî sade zêr
çêkir mane jin û mêr
guh mede vî çîqêreş
çîroka mij re ra xweş
ji civatê re go: mîr,
ev wezîrê m pir jîr
go: bi serê bavê min
hew tu jêre dibî jin