mela yûsfê hesarî

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 3 Xulek  801 Dîtin
mela yûsif hesarî bû
gelek jîr û şyarî bû
dema êrîş dikir yekî
wek agir û dijwarî bû
wezîrê aẍayê me bû
aẍa li wî pir ewle bû
herkes diçûn ber dest û pê
hêvî di wî de pir hebû
dijûn didan xelkê bi tov
wî tim digo: ey hirç û hov!
dengê xwe nakin, bûne tat
win sêsed û ew yek mirov
dema axa derket ji gund
hate cizîrê serbilnid
wî pir mirov, diz û çilek
li xwe civandin bûne lek
herdem diçûn nava welêt
li gund dibarand ar û pêt
kurtêlxiwerên wî tim li pey
tev xwînimj û dijwar û şêt
talan û sed bêş û bela
li gund dikir sed teşqela
gundî bi qêrîn û hewar
bi wan re hevpar bû mela
serdarekî turk û neyar
dihate nav wan car bi car
gilyê mela yûsiv kirin
gotin: melê malê me xwar
hevalê axê derketî
nan dayê herçî binxetî
ew bûye altaxê çetan
herçî ji turkan dûrketî
ferman bi kuştin daye wî
jêre nemane şûn û cî
ew birne eynkafê sivk
dema ku serdar lê nerî
kut-kut kete dilê melê,
çawa bikevme vê belê?
çare nemaye, kuştine,
kê xistime vê teşqelê?
cibê dirêj û rîş û şaş
xeftanekî sade qumaş
bi qûndera kabik bilind
sivk revandin ew ji gund
ev gotnin, seyda dibê
leşker birim cem, lê sibê
quran me derxist, daye pêş
sed sûnd me xwar bê firk û bêş
quran ji dest min girt û go:
bawer bi vê nakim, kero!
ew zorkerê pir bar û xurit
bi ser me de kir zirte-zirit.
quran çirand û perçe kir
avête ber pê hûr û gir
lê wî bi tirkî go: bibin!
ez dame ber xwe pezk û gur
min dî ku hêvî maye hêj
min gote çawîş jêre bêj:
kurkê mine li mektebê
hêvî dikim bişênî pê
çawîş dema ev jêre got
yek rêkire mekteb bi lot
çawa kurk anîn m dî
hêstir me berandin bi cot
kengî kurk hat, pate da
destê wî girt û berneda
go: raste ev bavê teye?
çawa wî destûra te da?
axa ku çûye binxetê
bûye nevarê dewletê
çawa dibî dostê neyar?
çawa wilo qîma te tê?
lawik kenî, go: ez xulam,
gundî, dizanî şîrheram
bavê m pir zana û jîr
tim alîkarê bêqram.
serdar ji min re go: veger!
dûrî herin, ka virde wer!
te ev kurk şand mektebê?
niha tu azad bû, de her!
ne cibe ûne rîş û şaş,
tev xwendina min çûn belaş.
herçî dibêjî raste ew
ê şaş emin, neko tu şaş
çend sale ko min xwend û xwend
çend sal me ders gotin li gund
quran û şaş, karek nekir
mekteb ji bo min bûye find
şêxên ko wek ebûbekirKes
li cemne kurdan wek şekir
yekî li ber sêdar û ben
keşif û keramet çênekir
herçî digotin tev derew
min guh dida pirsên qelew
hemî nezan û bîrnebir
hişyar nebûn ne ez, ne ew.
tu rast dibêjî ey bira
şêx û mela rengê gura
bibêje, binvîs aferîn!
ez hew dibêjim: gawra
şex û mela tev hov û din
wan xistîye destê xwe dîn
barê me îro bû giran
ceng û hinav tev bûne xwîn