dilgirtina kora

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 Xulek  792 Dîtin
kor bû miḧemed heso
dil ket helîma reso
dema diẍane cem hev
roj li cem wan dibû şev
dest dibir ser mwê wê
diçû çav û rwê wê
hevdî dikirne hembêz
dev û rû tev dibûn mêz
laşê wan tev dihejî
dil ji evînê tijî
pêjniker bûn bi guhê xwe
zû diguhaztin cihê xwe
mihemed qalûnkêş bû
herdem qalûn li pêş bû
wî xweş dikşand bi kuş-kuş
dixan li ser dibû mij
med go: mihemed heso
dil ket helîma reso...
wî nasnedkir navê me
dijûn didan bavê me
dar tavête nigê me
carna diket zikê me
xorit û qîz bûn lê cwan
em zaro bûn, pir nezan
med go: çima roj û şev
ev herdû kor diẍên hev?
evîna wan xweş û rind
bûbû çîrok li nav gund
herkes bi wan dikenî
lê, ne raste, ez benî,
kor jî weke me mirov
heta weke hirç û hov
xwedî dil û tijî vîn
ew jî dilbijên evîn
evîn timî wek are
lêya koran dijware
kor bi koran tim kedî
bê fehêt û bê fedî
hevdî digirin, bernadin
kes nabênin, azadin
ne şerim heye, ne fedî
karê wan zû naqedî
hevdî digirin, digvêşin
weke mêş û derwêşin
li nav bexçe dimênin
korin, kesî nabênin
dixiwazin bibne yek laş
zû xwe ji hev nadin paş
bi dil herdû dibin yek
meger di kincan de tek
ewn di wan de xurte
na, ez şaşim, pir sirte
dil bi ronî wek rojin
rojê bi dil disojin
ne bi mal û can û zêr
herdû ji hev nabin têr
ew jî wek me mirovin
bi dilgirtin wek hovin
wek dibêjî cigerxiwînNasnava edebî:
cihan mişte ji evîn