cizrî rabe meyzêne

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 1 Xulek  685 Dîtin
mela rabe, evîna te giha ber rendeşa zanîn
we, rê winda û şev tarî çi geylanî çi şîrazî
serî hilde binêr çawa gihane jorê ezmana
me gewher perçe kir îro bi zanîn û serefrazî
li ser heyva wekî birhên şepala te, dikin geştê
di baxê gulşena dilber diçin, tên em bi şehnazî
xwedê kanî, li kûye ew? supahê lem terew îro
gelo qey pîr û bê havil dinav laşey û hevrazî
hezar salî qelender bî tu naçî ber derê dilber
ku şehnaza cwan û rind mirovên wek te naxwazî
cizîrî rabe neyzêne cizîr çawa perîşane
hemî milet gihan dozê bi gernasî, bi şûrbazî
bi tîrê tore dur siftin gulên baxê te pişkiftin
divêm ez we ji xwe rakim bi qêrîn û bi devsazî...
tu zanî ez cigerxiwînNasnava edebîm ne dost û dijminê dînim
gelo kî diẍê daxwazê bi derwêşî, bi gaz-gazî?