ka kevin nadêrin

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 1 Xulek  829 Dîtin
bivê te gelek ji mekuştine
wey bêbext, bêbext, bêbext!
malbata me û we li ber hevin
bi tiving û şûr û dar û rext
***
dijminahya me dijmin kire axa
ma nebese, ta kengî wilo bin?
ji dest me derxistine ew tac
û can û mal û dar û text
***
serê xwe li min dihejênî
yanî gunehkarim ez
berê xwe ji min dighêzî
yanî gunahkarim ez
***
were em ka kevin nedêrin!
û guh nedin heçî çû
bextyarî çavnêrî meye
ko bê pir bextyarim ez
***
ji bavê tere çi hatye gotin
bê bextîne, bê bextîne tev
ji dya tere çi hatye gotin
dirûtne, durûtne tev
***
cobarên bê bexte li gundê me û we
dibin wek derya ko tev bighên hev