rebenname

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 4 Xulek  662 Dîtin
heval, cemîlê pir cemîl!
xebat bike wek şêr û fîl
tu guh mede sed qal û qîl
ji dil bike qîr û hewar
rû tev xurî, çavê te kor
ronî tedaye tor û zor
dengê te çûye ber bi jor
dil paqje, pir qence kar
bike hewar û sed eman
bibêje wan kurdên nezan
win dar medin pîs û dizan
sitûr mekin li ser xwe dar
turk û neyar tev hevirkin
niha şerê qibirs dikin
paşê dizanin wê çikin?
li ser pişta me bin swar
bike hewar û nalenal
gazî bike kurdên şimal
yekser bibin dost û heval
va çûçka qenmê wexwar
gazîke nevyên mîdîya
bes xwe bikin rengê mya
derkevne ser şax û çya
ji wedtirsin tim neyar
ta kengîwer razin di xew?
li ber neyaran çêlekew
îdî mirin nêzîke lew
divêm ji xew rabin şyar
dostê neyarin, dewlemend
ê ko bi dest wan mal û gund
parsek ji nû bûn serbilnid
hişyar dibin em bêjmar
milet emin, xwedyê welat
divê ku em rabnixebat
pakij bikin tev rojhilat
ji xap û rîpên koledar
van şêx û paşayên nezan
emxistine destê dizan
heval, tu vê ji min bizan
tirba sipî û dûvê mar
ev turk û fars, yan hemî
xwîna me mêtin wan timî
korin, nizanin ev gemî
kûvedçî, kî lê suwar?
roja me jî nêzîke, tê
dernakevin jivê xetê
bigirin bi dest xwe dewletê
ko çû zivistan, tê bihar
bihar bi me pir xweş dibî
her kes bi wê rûgeş dibî
rwê neyaran reş dibî
serê xwe ranakin tu car
dijmin dibin lingan kevî
rev jî bi destan nakevî
bo me dimênî’ev zevî
têde dijîn em payedar
têde bijîn em tev bira
xwendin bibî rengê çira
winda bikin em va gura
bi perişqênin rengê mar
milet hemî girbêj bikin
toz û gemarê rêj bikin
jîna welat dirêj bikin
pêş de herin ezman û zar
em zorê bidin xwendinê
pirxiweş bikin em vê dinê
serbestî bidnedest jinê
îdî nemênin zarezar
divê ku jin azad bibî
wekî me ew dilşad bibî
perda serî berbad bibî
wê pir jime tehlî vexwar
tehlî herî, şêrîn vexwî
lê xwe ji rê pir dernexî
ji vîrexî, ji wî rexî
divêm bibin bi pişkû par
jin mêweke şêrîn bere
dara evîne, tim tere
sedef ewe, kur gewhere
sîng bexçeye ew gulîzar
heval cemîl, hêvî û lav
bighê hevalan sed silav
ûsvê letîfê ew bi nav
li kû dikî geşt û guzar?
reben hemî dostê mene
çibkim ji me, bê lomene
çavnêrî vê benda mene
qada me pir maye beyar
kor û kulek û bawîya
mest û hejarû tawîya
heta bitat û şawîya
wan dil ji vê jîna me sar
heval û hemyarê mene
çavnêrê vî karê mene
herdem jî guhdarê mene
hemî belengaz û hejar
hemî belengaz em yekin
ji hevketîne, bê çekin
dijmin dixiwazî deynekin
di nav me danîne dilgemar
emtev birane narevin
xurtin, jihevdî nakevin
em karevane ew şevin
qewam li kuye, ka beyar?
ew tevde çûn ber av û av
heta bi lêvan bûn çirav
maye ji wan yek pîsenav
milet sitpire wek zinar
ka qeyser û ebdilḧemîd?
ka fesel û sultan weḧîd?
kanî rizaxan û mecîd?
ka xusrwê zêrî guhar?
ew pêkve çûn, milet heye
wî guh li vî dengê meye
herçî dibêjin jêreye
zyan ji bo me, jêre kar
çend sale em bi qîr û lew
dey kil dikin: rabe ji xew!
dijmin bibî wek çêlekew
bimirim sehên devlok û har
da bêne kuştin ên nebaş
ew zorkerên wek gornepaş
em aş bidin destê qeraş
da rast bikin herçî kuxwar
da xwarîya emrast bikin
qenc û neqencan nas bikin
milet ji wan xelas bikin
qadê levakin pişk û par
qadê li hevdî par bikin
pêkveb hev rekar bikin
ên çav li xew çyar bikin
da kes nebî: xwezî bi par
pir xweş bibin hebûn û jîn
pêkve bi dilşadî bijîn
îdî ciger nabî bixiwîn
besemdikin qîr û hewar