nezanî bargiranî

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 Xulek  766 Dîtin
ez û tu kîne?
çine ev newal û şax?
hebûn û nebûn çine?
çine ev av û ev ax?
valabûn, dagirtin çine?
çine ev ger û sitêr?
bîrewer û hirç û hov
hişkeber û hişkewer û sax?
hin dipeqzin û dixiwazin jîn
û hin dihervin bê tevger
gerok bê armanc û hov
nizanim çawa diçin tên
raste, ko em mîkirobin, lê;
ew çine, kî zanî, kî?
dawî li kûye, nizanim ez
emê herin kû bêje, ey dûrbîn!
di ser wan ve diborin em
hemî, çi kevin û çi nû
kî zanî çi hat û kî zanî,
kî zanî çi çû?
hebûneke bêser û bêdawî
gavan tavejin û pêşve
diçin ez û ew û tû
ji kû qihanene ka bêje ka?
ev evîn, ev jîn ev dîdar?
ev cihan, tev gêj lê em
tenê têde bûn hişyar
kê dayê me ev zanîn û vîn,
û jîn û serbestî, nizanim?
bi kuve diçin ev candar gelo?
mikirob, gerok tev jîndar
ev cihan bi carek tevger
û seranser tarî reş
ev sitêr ronî didin me
û ez û tu pir dilxiweş
em hemî hevdî dixun
û diser hev re diborin
hin bi me pir xweş
û em bi hinan xweş
ez û tu hev dixiwazin
ka çye ev xwestin?
hin ji me serbest û
hin ji me bindestin
rista ko ez û tu têde
bi hevre azad em çê bûn
newek hev anîne lê
em nêr û mêr derxistin
eger xwedê hebûna,
ez û tu dibûn ew xwedê
efsane û çîrok pirin
bi carek guh medê, guh medê!..
em tev bê ser û şo û bi bin
hêj kes ji me neẍaye ser sedê
lotan didin xwe bi carek tev
ev bîrewer, jîndar, cenawer
mê pingava jîne lê nêr
kanîya jîne, bingeh û jêder
lê ji kû hatne em hemî
wê herin ku, kî zanî?
ne pêşî heye û ne paşî
jîneke bê ser û bê bin û bê ber