ez û gundê hesarê

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 5 Xulek  973 Dîtin
hesarê qundê meye
deştekne pir fireye
hawîr deştawê çya
li jor darên devîya
herdû alî rez û dar
heta diẍê ber zinar
çend çyayên xwedî nav
ko me li wan dikir rav
şêx sultan û şêx sehor
çim û hopê hawîrdor
deşta wê tev kanîne
xo ew jêre danîne
hatna wê gelek pir
rokê nebûn dexlikir
tirî, êmîş navdarin
heta berf tê li darin
doşaba wê pir biha
girantir bûye niha
ceh û genim gelek tên
nîsk û şolk belek tên
pez û sewal gelek bûn
li nav çyan bi lek bûn
pembû, gelek diçandin
bi çinîn û kişandin
qitî, ecûr û şebeş
lê petîxên me pir xweş
hirmî, bihok û hejîr
li ser daran dibûn pîr
nifşên tirî hezarin
belkîjî bê jimarin
rêçel û gûz û benî
gelek xweş bûn, ezbenî
gundê me jî gelek şên
du ça dinav gund re tên
qesra axê li jore
hinqî kevne reng sore
qesra sora pir bilind
bûye keleh ji bo gund
abora gund zêdeye
dewletek serbixiweye
tiştek tenê neçê bû
zordestîya axê bû
kurtêlxiwerên wî dijwar
ji ber zora wan hewar
bêş û bela giran bûn
ji ber wan em xezan bûn
ji ber zora sengela
derewên şêx û mela
pişta me bû xwar û xûz
bi axîn û kûze-kûz
eşîr dibûn dubendî
çi axa û çi gundî
şer û şewat û talan...
malk li me bû wêran
dijmin diket nav welêt
xwîna me tevan dimêt
dar û qamçî û lêdan
yan pere û yan zindan
tev nezan û nexwendî
yek jî nebû efendî
jin û mêr tev diçûn kar
karê tevan pir dijwar
palevan û gêrevan
tevan pembû avdidin
şivên rezan didnihev
herdû alî weke hev
kebanîya xweşmirês
dolabrês û teşîrês
kevanjen û tevniker
destevala diçû şer
derb û ber û av û nan
dibir ji bo’ê şervan
hem nanpêj û riştebir
karê malê tev dikir
lê dar bi destê mêr bû
li ser jinê çi şêr bû!
li vî gundî mezin bûm
ez biçûkî wek cin bûm
sêzde salî derketim
bi ber bayê xwe ketim
ji ber axê û gerebêt
ev gund nema bi kêr têt
bavê min bû wilo got
em derketin cot bi cot
dil tijî bû ji derda
ko me gundê xwe berda
çûn cem osmanê temo
paşê çûn bêdermemo
biner çib serê me hat
sibeh zû nû, rojhilat
hate ser me gerebêt
ji dev diçin ar û pêt
bi candirme, zirte-zirit
bi ser me de sibê girt
lê xelkê gund wek mêra
em veşartin wek şêra
ew serkarê dîn û bar
çi anî serê muxtar
ji bo me pir li wî dan
lê em nedan destê wan
candirme ko swar bûn
hê ji nû em şyar bûn
vegeryan, hatin gund
lê dixiwênin bûn û kund
birçîbûn û giranî
heçî nedî, nizanî
nexweşî û birçîbûn
derketin û bêcîbûn
giranî yek pir dijwar
xelkê goştê keran xwar
şerê giran kete jor
dijmin welat girt bi zor
du milyon kurdên bêçar
bi ser me de hatin xwar
birçîbûn û nixiweşîn
di nav me de dimeşîn
bi vê êşê mirin pir
mêrê xuşka mijî mir
bavê min çû amûdê
tenê mane, ez û dê
birayê min çûbû şer
li hinda balîkeser
lê raborîn meh û sal
şevek revî hate mal
tev rizî û perîşan
dey li me kir: kanî nan?
ew kesê ko direvî
nema karî derkevî
ew jî me şand amûdê
dîsa mane ez û dê
zivistan çû, hat bihar
ez û wê jî hatin xwar
lê çawa borî sibat
hala mezin li pey hat
bavê min jî bi wê çû
nexweş ket û ranebû
em diçûne ser xetê
dibûn palên dewletê
tirên, dibirne mûsil
dixubtîn em ji dil
paşê ji amûdê çûn
bêdermemo me kir şûn
bûne pêwanên reza
ji nû ketin nav diza
dya mina kevnejin
tevniker û kevanjen
dilovan û bîrewer
ev jîn pêre neçû ser
dya ji min hezdikir
nexweş ket û li wê mir
çawa tê ber çavê min
agir tê hinavê min
mele xelîl jin anî
li min bû bargiranî
di wê çaxê, wê mehê
vegerîyam cem xwehê
nazdar û efendî bûm
yanî quranxiwendî bûm
lê wê ez kirim şivan
tenê ji bo kinc û nan
heta salên min bûn bîst
hiş û mijî ji nû lîst;
çiman ez dibim şivan?
çima nabim xwendevan?
ji nû çûme xwendinê
min çav berdan vê dinê
melayê hazda banî
bîst û heşta jin anî
lê min hespê xwe bezand
ta şihada xwe sitand
hingî derbas dibû jîn
serpêhatî me pir dîn
şer û şewat û kuştin
dil û ciger dimiştin
ji sala bîst û çara
ketim rêza hişyara
ji bo jîn û felatê
ketim nav kêferatê
ji çîroka mem û zîn
navê xwe kir cigerxiwînNasnava edebî