19

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 4 Xulek  743 Dîtin

le mełbendî řoj’away dołeşînda qaw bû ke duktorêk hatuwe û nexoşan derman deka û xełkî dûr le derman û duktor le hemû layekewe řûyan têkirduwe. duktor «řêbwar» be gyan û dił xerîkî çareser kirdinî nexoşînî xełk bû û le beramber xizmetêkî deykird herçîyekyan dedaye deygut: be zyad bê. le mawey çend rojda ke řûy lew mełbende kirdibû twanîbûy le gundî «hewareberze» da «şwane» y bibînêtewe û qerar danên ke le řojî dyarîkirawda legeł hêndêk hawałanî biçne dołe şîn û leser «kanîye řûn» çaweřêy ew bin. her weha le barey «wetman panêr» ewe dwan. wetman panêr yekêk lew şeş caşane bû ke debwaye bikujrê. nawbiraw nîştecêy gundî «panawik» bû. şwane hawřêyekî lew gunde hebû be nawî «çeko» ke endamêkî têkoşer û xawen biřwayekî pitew bû. duktor řêbwar û şwane qeraryan dana ke emyan xerîkî dawwidermanî xełk bê û be gundekanda bigeřê û ewîşyan legeł çeko pêwendî bigrê û nexşey lenêwbirdinî wetman panêrî bikêşin.

ew řoje le panawkida duktor řêbwar be nexoşan řadegeyî. lawêkî bałaberzî çaw û biro řeş le sûçêkî řawestabû û le duktor řêbwarî wird bibowe. duktor řêbwar çend kesêkî beřêkird û řûy le lawekey kird û gutî:

- kake gyan! pêm waye norey toye.

- carê emin pelem nîye, ewanî dî beřê ke.

katê hodeke çol bû laweke hate pêş û be řemzêkî şwane pêy gutbû xoy be duktor řêbwar nasand û gutî:

- emin amadem.

- çiman pêdekirê?

nabê peley bikeyn. em řojane le daykî dawe û hemû gyanî têk şikanduwe, qerare daykî bênîte lat.

- kê?

- wetman panêr.

- ca çon pyaw bê ḧurmetî be daykî deka?

- axir wetman panêr însan nîye... be řastî panêre... diřindeye... lew qisaneda bûn ke leber mîşedê dengî pyawêk bîstira ke de yekêkî dexuřî:

- de biřo jûrê serkutik!

dengî lerzokî pîrejnêk wełamî dayewe:

- yaxwa şîrim ḧeramit bê... wek le ser meytit danîşim... eto bo hênde xirapî řołe...?!

çeko dengekanî nasînewe û gutî:

- boxoyetî. daykî hênawe bo lat.

pîrejnêk be hankehank wejûr kewt. destêkî hełpêçrabû. berçawêkî şîn hełgeřabû û çawî be astem deydît. be dway ewda pyawêkî zilḧolî nêwçawanteskî řeştałey êskigran hate jûr. siławyan kird û duktor řêbwar be qalbigranîyewe siławî estandinewe û leberyan hełsita û gutî:

- daye gyan! fermû lay serê.

pîrejneke destî kird be du’a kirdin û gutî:

- yaxwa daykit leberit biḧesêtewe û wek min řenceřo nebê.

- eto bo řenceřoy daye gyan?

- ca biłêm çî řołe gyan? em kuřem řoj nîye cinêwim pêneda û řoj nîye nemkutê..!

- nawit çîye daye gyan?

- nawim «mêrê» ye be qurbanit bim. pêm dełên «daye mêrê».

wa dyar bû daye mîrê zorî derdî dił heye. duktor řêbwar çawî lêkird û hêndêkî dermandaye û diłnyay kird ke zû çak debêtewe.

wetman panêr be derfetî zanî û gutî:

- duktor gyan! emnîş diłekzeme. carcareş serim le gêjewe dê û demîşim tałe û... .

duktor řêbwar qisekey biřêyewe û řaykêşa û xerîkî çawlêkirdin bû. le dwayeda hêndêkî dermandaye û gutî:

- nexoşîyeket sexte! em dermanane debê bixoy dena lêt pîş deka.

wetman panêr tirsî lê peyda bû û gutî:

- be çawan deyanxom.

katê mał’awayîyan kird ke biřon duktor řêbwar řûy le çeko kird û gutî:

- ba dermanekanî toş bidem, lemêje řamgirtûy.

- qeydî nîye zor nařeḧet nîm.

dyare ew qisaneyan bo şwênewnke bû. dway řoyştinî wetman panêr û daye mêrê, duktor řêbwar û çeko maweyek wituwêjyan kird û nexşey lenêwbirdinî wetman panêryan kêşa. paş tawêk çeko le ḧałêkda demançeyekî ke le duktor řêbwarî wergirtibû û le baxełîda deşardewe, weder kewt.