18

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 4 Xulek  753 Dîtin

nexşey kwêxa emer û ḧemedempel hengaw be hengaw deçuwe pêş. le gwêy mamz û «tara» yanda xwêndibû ke katî şûkirdinyane. geyandibûyan ke ewanîş nyazyan be binewan heye. tenanet řojêk kwêxa emer le nêw qisanda gutbûy:

- emin mamzî be hemû kes nadem. mamzim le çawî xom xoştir dewê! deydem be kesêkî takî tenya bê û sore û torey nebê û kes nebête miłozmî kiçekem!

«ḧemedempel» yiş le wełamîda gutbûy:

- emnîş her leser ew bîruřayem. eger tara pirçî sipî bihonêtewe ḧazir nîm bînêrme małî sore û toredar.

tara û mamzîş çawêkyan lêk kirdibû û ta ewpeřî amancî kwêxa emer û «ḧemedempel» yan xwêndibowe. ew şewe norey perdeyekî tazey şanoy pîlanî kwêxa emer û ḧemedempel bû. ḧeme qutuwe sîẍarekey derhêna û sîẍarêkî hełbest û gutî:

- tara! daykê! hełsite şimekekanman weko ke! beyanî xuda yar bê degwêzînewe.

- bo kwê kake?!

- małêk heye carê xawenî nîye. hodeyek û nêwmałêkî heye. têyda deḧawêynewe. bew qiseye diłî biçûk û naskî mamz daxurpa... be xoy nebû pirsî:

- kake ḧeme! ewe małe kêye bê xawen mawetewe?!

- małe wirya!

- wirya! edî eger hatewe?

kwêxa emer qisekey lê biřîn û gutî:

- carê xo nehatotewe. pêşim wa nîye bigeřêtewe... .

ḧemedempel qisekey dirêje da:

- ca eger hatewe deydeynewe.

îdî kes lew barewe nedwa. paş maweyekî kem mamz çawêkî le tara dagirt û weder kewt. taraş be byanûy şimek kokirdinewe be dwayda çû. le derê sirteyekyan kird û mamz berew małe yay guł weřêkewt.

beyanî katêk yekem kołî małe «ḧemedempel» yan degwêztewe, yay guł leber derkî małe wirya ḧazir bû. zorî hewł da bergirîyan lê bika û pêyan biselmênê ke ew małe be ew espêrdirawe, bełam sûdêkî nebû. wirdewrde be heray yay guł û kwêxa emer û ḧemedempel xełkyan lê ko bowe. yay guł her be dengî berzewe heray dekird:

- kwa ewe pyawetîye? bo dena wiryatan bêkes dîtotewe małekey dagîr deken?

xełkî awayî ke deyanzanî kwêxa emer çi gurgêke û lêy detirsan, bûne nêwbijîker û her kam be qiseyekî nêwbijî dekird. yek gutî:

- qeydênaka yay guł! carê xo em małe çole, bo bê kelk bimênêtewe?

yekî dî gutî:

- yay guł! kak ḧemeş mîwanî êmeye, carê ta cêgayek saz deka ba lîreda bê.

her çonêk bû yay gułyan řazî kird ke şimekekanî wiryay řagwêzê û ta geřanewey bîda be ḧemey.

yay guł şimekekanî wiryay be pirtewbołe gwêstewe û axir keřet gutî:

- emeş małeke. yaxuda xêr û xoşî têda nebînî. her bîna wirya hatewe û şiřusîpałî lê firêday.

kwêxa emer ke detgut çaweřêy ew qiseye bû gutî:

- diłnya be taze wiryay nabînîyewe. xuda le gunahanî xoş bê... .

ew witeyey kwêxa emer wek şîşêkî sûrewebû diłî bîseranî sûtand... giştî waqyan wiř ma. bêdengîyekî gyan û leştawên be seryanda zał bû... detgut zimanyan bestirawe... hemû çawyan le kwêxa emer biřîbû. her çonêk bû yay guł we qise hat:

- mebestit lem qiseye çîye?

- dwênê kabrayekî xełkî qełakonim dî, deygut termî wiryayan le dołeşîn dîtotewe. nazanim çi kesêk dujminayetî legeł buwe û kuştûyetî...?

be bîstinî ew qiseye firmêsk le çawan geřa... axir wirya xoşewîstî xełkî bû... her kes qiseyekî kird û her yek be çeşnêk dax û pejarey xoy derbiřî... wirdewrde webîryan hatewe ke wirya û mamz yektiryan xoş dewîst. çawyan le mamz gêřa, bełam mamz nemabû.