17

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 5 Xulek  762 Dîtin

be dyako řaspêrdirabû xoşnaw bidozêtewe û qisey legeł bika, eger boşî kira «mîne bedfeř» yiş le nêw berê. mîne bedfeř yekêk lew şeş caşane bû ke legeł yaney casûsî hawkarî dekird û debwaye nemênê.

xor kewtibû ke le bendenêkî lêj şoř bowe. le pêşewe kabrayek be sê êstirewe deřoyî. dyako bo ewey byangatê pêy hełênayewe û hengawî xoştir kird. kabrake berew «sewzemêrg» deçû. dyako řojbaş û mandûnebûnî lêkird. pyaweke nawî «şaho» bû. dyako le wełamî şahoda ke pirsîbûy: bo kwê deçî, gutî:

- řêbwarim. le şitî entîke degeřêm. eger şitî konim weçing kewtin deykiřim.

- wek çî?

- wek sikey kon, engustîle, xiřxał, mit û mûrû, şitî bin erd û ew core şitane.

- peykereş dekřê?

- peykerey çê?

- birayekim heye pareke binaxey dîwarî dedayewe, peykereyekî dîtewe. peykerey gayeke. nazanim asne, mefreqe, połaye, çîye, ewendey bizanim debê şitêkî entîke bê.

- ca temaşay dekem eger pesnidim kird û sazayn bo naykiřim?

- ca bo nasazên?

- biraket çi kareye?

- biłêm çi kareye, řezêk û mezrayekî heye serî xoy pê řagirtuwe.

- nawî çîye?

- «xoşnaw».

- xoşnaw?

- bełê.

- nawêkî xoşe. ewe kê ew nawey lênawe?

- biłêm çî? be xuday nazanim.

- řenge her biraket nawî xoşnaw bê ya xoşnawî dîkeştan le dêda heye?

- lew gundey ême dû kesî dîke nawyan xoşnawe.

bew qiseye dyako nîgeran bû, neka lêy têkçê û xoşnawekanî lê bigořdirê; ewe bû pirsî:

- ewanî dîke çi karen?

- yekyan pyawêkî pîr û keneft û pekkefteye, hertik çawîşî kwêr bûn, ewî dîkeş kuřêke hêşta xetî simêłî nedawe.

emca dyako şad bû. zanî ew xoşnawey ke mebestîyetî biray «şaho» ye.

le małe şaho piřî metretîyekyan do le pêş dyako dana. dyako bo şwênewnkê gutî:

- ca eger kesêktan pê şik dê ke şitî entîke û konî hebê bom bang biken.

hêndey pêneçû çend kesêk peyda bûn. yek sikey qedîmî pêbû. yek dîzey le bin gił derhatûy hênabû. yek mit û mûrûy le pêş dadena. dyakoş detgut le tewawî temenîda her şitî konî kiřîwe û firoştuwe, şitekanî çaw lêdekird û lêy dekřîn. katê ke dewruberî çol bû, şaho peykerey gayekey le pêş řona û gutî:

- pêt çone?

dyako çawêkî le peykereke kird û gutî:

- edî kak xoşnaw boxoy le kwêye?

- le mezrakeyetî, ta êwarê nayetewe.

- nakirê mindałêkî be dwayda binêrin?

- bo nakirê, carê eto emşo mîwanî êmey. êwarê xoşnawîş degeřêtewe. ta ew dem řenge xełk şitî dîkeşt bo bênin.

êwareyekî direng xoşnaw geřayewe. le ḧewşeda «kałê» y xuşkî bepîryewe çû û pêy gut:

- kake! bexêr bêyewe! zû biço jûrê mîwanman heye.

- řût sipî bê dade! mîwan bexêr bê, kêye?

- kabrayeke şitî entîke dekřê. kake şaho gayekey toy pêşan da. ewîs çaweřête.

xoşnaw destuçawî şuşt û çuwe jûrê û siław û bexêrhatnî kird: dyako ke çawî pêkewt dway siław û lêpirsîn be pêkenînewe gutî:

- renge eto kak xoşnaw bî ke řojî emřo eminit řagîr kirduwe?

- bełê boxomim.

- le jûrê bêcge le xoşnaw û şaho û dyako kesî dîkey lê nebû. be hatnewey xoşnaw, şaho gutî:

- ca boxotan danîşin qisan biken. emin serêkî êstirekan dedem û leberyan dekem û degeřêmewe.

katê dyako legeł xoşnaw tenya manewe, dyako be derfetî zanî û gutî:

- dey kak xoşnaw bonî hełałan dê... .

- xoşnaw wek le xew wexeber bê hełbezêwe û pirsî:

- bełê? çit gut?

- gutim: bonî hełałan dê... .

- her hełałe?

- şilêr û beybûnîş... .

xoşnaw bew core zanî ke legeł endamêkî řêkxiraw řûbeřû buwe. dway kurte gutubêjêk dyako têygeyand ke mebestî le hatin bo sewzemêrg çîye. xoşnaw be pêkenînewe gutî:

- nîwey kareket cêbecê buwe.

- çon?

- çend řoj lemewber mîne bedfeř ke le şar degeřayewe maşênekey le dołêkî dekewê û temenî dirêjî bo to be cê dehêłê... .

dyako be bîstinî ew hewałe geşayewe. le dwaye biřyaryan da xoşnaw çend kes le hawřêkxirawekanî le sewzemêrg û dewruberî bibînêtewe û le katî dyarîkirawda biçne dołeşîn û le jêr darî çakî «pîrmamo» çaweřêy dyako bin.