16

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 3 Xulek  685 Dîtin

le gundî kanîperîda şayî û zemawend bû. «pereng» yan bo «samřend» degwêstewe. kîj û kuř xoyan řazandibowe. řeşbełek be heway «řoyne» degeřa. hemû şad bûn û pêdekenîn, bełam pêkenînî mamz û tara le diłewe nebû. xemêkî nihênî ew dû gułey dejakand. «mamz» le swêy wirya xew û xwardinî lêhełgîrabû. «tara» ş hestî dekird le zîndanda yexsîr û damawe û derkî hîway lê bestirawe. yek dû tazelaw her kam be çeşnêk hewłyan deda serincî ew dû gułe, ew dû firîşteye, ew dû peykerey cwanîye bo lay xoyan řakêşin, bełam serkewtû nedebûn. mamz le mêj bû diłî be wirya dabû û diłî biçûkî her cêgay xoşewîstekey debowe. taraş le heřetî cwanî û neşmîlîda be hoy çermeserî û tenguçełemeyekî ke le layen kakîyewe beserî hatbû, derfetî bîrkirdinewey le ewîn û diłdarî nebû. hemîşe be mamzî degut:

- gułî diłim ber lewe bixemłê sîs buwe û mirduwe.

katê hełpeřkê û zemawend dwayî hat û biławeyan kird, mamz û tara geřanewe bo małe xoyan û diłî be tase û piř le kułî ew lawaneyan be namirdayyewe be cê hêşt.

le małê kewłî nanyan řaxist û hêndêk mast û jajîyan dana û xerîkî xwardin bûn. dway şêw kirdin kwêxa emer řûy le mamz û tara kird û gutî:

- dey kiçîne! zemawend xoş bû?

tara wełamî dayewe:

- naxoş nebû... .

emca kwêxa emer řûy le ḧemedempel kird û gutî:

- em kiçaneş katî şûkirdinyane, debê le fîkirî cyazyanda bîn.

ḧemedempel gutî:

- ca kê em naḧezaney dewê?

ne qisey kwêxa emer û ne gałtey bêtamî ḧemedempel, mamz û tarayan nek şad nekird, hêndêkîşî xembar kirdin. deyanzanî ke eweş beşêke le nexşey şeytanîy jin be jine. ewe bû ke hîçyan negut. tenya tara lêwî cûławe û mamz didanî le çîřêkewe bird. kwêxa emer û ḧemedempel ya neyandî ya xoyan gêl kird. paş tawêk ḧemedempel gutî:

- kwêxa emer! eger lêt giran naye demhewê hodeyekî bibînmewe û bigwêzmewe û çî dî nebme serbarî êwe.

- ca bo êretan pê naxoşe?

- xo na. pêman naxoş nîye, bełam êmeş debê le fîkirî jyanmanda bibîn. tara maweyekî dî mîwanme û deřwa, emnîş debê fîkirêkî bo xom bikemewe. etoş wek minî. îşałła mamz qederêkî dî deçête małe xoy û etoş be tenyayî naḧawêyewe.

- ca çontan pê başe wa biken. emin leser diłî êwem.

mamz û tara çawêkyan lêk kird. deyanzanî ew qisane le pêşewe amade kirawin û deyanewê řêga bo jin be jine xoş biken.