20

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 3 Xulek  822 Dîtin

maweyek le małgwêstnewey ḧemedempel řadebird. hemû biřwayan kirdibû ke wirya nemawe û kujrawe. mamz le daxan wek gułêkî tazexemłîw bû ke berew jakan û sîs bûn deçû. melî bize le ser xunçey demî hełfiřîbû. xemêkî gewre û giran le ser gyan û leşî qursayî dekird. kemtir dedwa û pitir fîkirî dekirdewe. yay guł û tara zyatir le hemû kes le xemîda bûn û hewłyan deda wirya û xemekey le bîr bernewe û legeł jyanêkî be serîda dasepabû řêkî bixen, bełam akamî hewł û têkoşanyan çi nebû. le řojanî hewełda zorbey katî le ser giłkoy daykî řadebird. kemkeme le çûne ser giłkoy daykîşî nahumêd debû û kemtir deçû. çarey nebû, debwaye legeł her pêşhatêk bisazê. taray diłsoz tawêk lêy xafił nedebû. diłxoşîy dedayewe û baştirîn xemxorî bû. lew maweyeda çend car asoy dîbû. asoş ewendey xem xwardibû gêj û wiř bibû. řojêk be mamzî gutbû:

- wirya, gyanî min bû, piştî şikandim, bełam ta qatłekey nebînmewe dest hełnagirim, debê be destî xom tołey bistênmewe.

hoy zîndûmanî mamz tenya tołe estandin bû û hîçî dî. swêndî xwardibû tołey wiryay xoşewîstî le bawkî û le ḧemedempel bistênêtewe. taray hawdem û hawřazî ke ta ewpeřî jyanî mamzî xoş dewîst bełênî dabû ke man û nemanî legeł mamz bê û be dił û be gyan amade bû bo estandinî tołey wirya hawkarî bika.

maweyek řabird. katêk kwêxa emer û ḧemedempel be aşkira basî jin be jineyan kird, mamz hîç şilwê nebû. taraş ke çaweřêy pêşnyarêkî wa bû qiseyekî nekird. kwêxa emer û ḧemedempel sibey şew dîsan lêy dwan û řûyan le kiçekan kird û gutyan:

- sibey heynîye, pîroze, mamostay dênîn maretan dekeyn.

mamz û tara dîsan wek dû peykerey bê ziman qiseyekyan nekird. kwêxa emer û ḧemedempel çawêkyan lêk dagirt û bizeyekyan hatê. pêyan wa bû kiçekan řazîn. îdî neyandezanî çi nexşeyekyan bo kêşrawe? neyandezanî ew dû hawfîkir û hawřaze qeraryan danawe le yekem şewda her kam şuwekey na, gurge xwênxorekey bikûjê û... .