xatimh

Li pirtûka:
Nûbihara Biçûkan
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  1227 Dîtin

fî byan arkan alsilam:Erebî

ger bipursîtin kesî ruknî di islam çene

bêj şehadet dane hem pênc weqit nimêj û rojîne

hem zekat û fitre û hem îdin tewafa ke’be

ger hebit mesref bene to man’ û to dujmine

 

fî byan alayman:Erebî

çîye îman di eslida biliẍit bawrye

to bizan qinc ku ew bawrî aycar bi cêye

bi xudê û bi kitêban, bi resûl û melekan

bike bawer ku xêr û şer bi tiqdîra weye

bi yeqîn hem to bizane ku qyamet ḧeqqe

 

ev renge dibêjit xanîNasnava edebî,

eger tu bi ez’anî,

bifekire li kitêba sanîErebî,

di cildê ewwelda, ji cuz’ê ’aşirErebî, di wereqa çarde,

ji seḧîfa destê rastê, di setra salsErebîde,

ji kelma sanîErebî,

bigir tu ḧerfa çarî,

ewe tarîx ji bo nûbharî!