xatimh
From the Book:
Nûbihara Biçûkan
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
1 minutes
1731 views
fî byan arkan alsilam:Arabic
ger bipursîtin kesî ruknî di islam çene
bêj şehadet dane hem pênc weqit nimêj û rojîne
hem zekat û fitre û hem îdin tewafa ke’be
ger hebit mesref bene to man’ û to dujmine
fî byan alayman:Arabic
çîye îman di eslida biliẍit bawrye
to bizan qinc ku ew bawrî aycar bi cêye
bi xudê û bi kitêban, bi resûl û melekan
bike bawer ku xêr û şer bi tiqdîra weye
bi yeqîn hem to bizane ku qyamet ḧeqqe
ev renge dibêjit xanîPen name,
eger tu bi ez’anî,
bifekire li kitêba sanîArabic,
di cildê ewwelda, ji cuz’ê ’aşirArabic, di wereqa çarde,
ji seḧîfa destê rastê, di setra salsArabicde,
ji kelma sanîArabic,
bigir tu ḧerfa çarî,
ewe tarîx ji bo nûbharî!