çîn çîn kirin zulfên sya
Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
2 Xulek
2711 Dîtin
çîn çîn kirin zulfên sya, kesk etlesa dîba qeba
êdî nişan nabin xuya, têkil kirin lazim seba
min dî seba dayê seḧer, madarê bedrê kir du ker
qews û qezeḧ jê hate der, dîsa bi zulfan řa teba
îro ji me li bedra temam, ’enberfeşan bin sed selam
ey hudhudê şîrîn kelam, «ehlaً û sehlaً merḧebaErebî»
min dilberek wek duř heye, meḧbûbê şîrîn suř heye
ḧusin û cemalek puř heye, belqîs sifet mesken seba
şox û şepala mey perest, ew zalma hişyar û mest
vê nameyê xef dê v dest, «fî teyّha neşru alnebaErebî»
bêj ew şirîna suř perî, duřdaneya ez muşterî:
kan ’ehd û peymana berî, bê fayde çûn şubhê heba
me divê perya dilberê, lê hê li uslûba berê
lê kefiş bibîte ji pencerê, bê û biçit teşbîhê ba
dilber mecala name dî, nasî ku nîşana me dî
nûnek muxalf tê nedî, hil qilbuha neḧwî seba
neyşekera sipî dest û zend, zanim mecala name xwend
lêvan tebessum kir ji qend, «maset kebanٍ fî rubaErebî»
qasd bi meqsûda me hat, ba mujde û emir û berat
nîşan hinarin hem xelat, şehzadeya gulgûn qeba
îro mecal lê hat û wext, dîsa cwan bû min dirext
ew lam’a dayî ji text, «ma kan berqaً xulّebaErebî»
selwa řewan zerrîn wereq, çîçek melê dîn sed neseq
«yaqutuha yeḧkî alşّefeq, yeḧkî ’uqudaً kukbaErebî»