muẍbeçeyên meyfiroş

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  1711 Dîtin
muẍbeçeyên meyfiroş, her seḧerê tên sema
badexuran noş noş, mane li dorê cema
hin gulê bo’enberin, hin di şîrîn esmerin
hin guherî daneyn, mislê suheylê sema
hin zerîne puř suřn, ser bi peř û dêm duřn
min ku di çerxê we dî, sebir û qerarim nema
sebir û qerarim ku bir, can û ceger hûr dikir
zulmê we řeng kê dikir, can dibir û dil teba
can û dilê min ewe, ḧûrweşê min ewe
padşehê min ewe, ez li derê wî geda
yarê ku dî em geda, dest bi destê me da
em bi semayê birîn, řeqis û sema jî we ma
gote me duřdaneyî, em ji te û tu ji meyî
lew bi ḧeqîqet yekîn, mes’ele bê şubhe ma
da me bi destê suřê, cama ji řengê duřê
cezbe giha can û dil, puř şewwişandin hema
bade m noşî ji dest, çûme ji xwe û mame mest
qetre bi beḧrê giha, beḧir bi ’eynê xwe ma
gûş bi ’amê mede, terkê mudamê mede
«اەکسەرûهûمْ fî ẍumîٰ, eẍlebuhum fî ’emaErebî»
ḧerf ji yek bûne fesil, ger bibrî wan bi esil
ḧerf dibit yek xetek, xet ku nema nuqte ma
weḧdetê mutleq melaNasnava edebî, nûre di qelban cela
zor di vê mes’elê, ehlê dilan şubhe ma