meşşateyê ḧusna ezel

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  1723 Dîtin
meşşateyê ḧusna ezel, çengalê zulfan tab da
da ’işq hil bit pêl pêl, qelbê me lê cellab da
ḧusna ḧebîb û lutfê yar, avête dil ’işqa ẍedar
lew selb kir jê ixtyar, wê ḧusnê ev îcab da
min dî seḧer zulfên di mest, hatin sema iḧram best
çûn secdeya xalê bi qest, lew ḧacban miḧrab da
řûḧ û řewanê min ḧebîb, dîsa bi telbîsa reqîb
rencîde kir miskîn ẍerîb, terka dilê eḧbab da
meḧbûb bi cama puř gulav, ker kir li min cerg û hinav
zehra helahil bû di nav, lew saqî ew cullab da
wan dest û zend û sa’dan, mey dane şeyx û zahdan
mestî be çeşmê şahdan, ew nêrgiza sîrab da
miskê řeşandî ez dibêm, wan nuqteyan hin bûne kêm
lê xettê reyḧanî li dêm, katib ji nû i’rab da
nazk qeda nûrîn beşer, ew bû li min neqşê beser
dîna xyalê her seḧer, nav dîdeyê bê xwab da
ew tillyên nazk reqîq, puř da me fincana ’eqîq
ew badeya nûrîn reḧîq, minnet bi min wehhab da
da xef nebit bejna feřê, mey hate şehkasa suřê
minnet ku îro dêm duřê, dîsa şeraba nab da
mey hate fincana sedef, kes dê vexut îro bi xef
saqî bi çeng û nay û def, ferfûrîya mehtab da
’îde û ḧebîbê nezre lê, yan dê bi qurban bî melêNasnava edebî
ya reb bibînim roj hilê, sikkîn di dest qessab da