alqiti’ة fî biḧir alhizc alimkifuf alimḧizuf

Li pirtûka:
Nûbihara Biçûkan
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 2 Xulek  1885 Dîtin
ḧeta tu dewr û dersan nekî tekirar û mesrûf
di dunyayê tu nabî ne meşhûr û ne me’rûf
mefa’lun fe’ûlun mefa’lun fe’ûlunErebî
çi xoş wezne bibîtin hezec mekfuf û meḧzufErebî
***
xudê ellahe, qasd resûle ey xudêzan
xelîfe çarin, hem çar îmamin ey musliman
ji çaran yek ebûbekirKes, ’umerKes, ’usmanKese, êdî
’elîKesye, bê tekelluf ku bû xatem ji bo wan
divêtin tu bizanî bi dil navê îmaman
muḧemmedKes, malkKes, eḧmedKes, ewê dîtirke nu’manKes
mûbeşşer bûne deh kes ji esḧaban bi te’îyn
ku dê biçne behşitê, xudê mizgînî da wan
ji ewul bû’ubeydeKes digel her çar yaran
se’îdKes û se’dKes û telḧeKes, zubeyrKes û ’ebdurreḧmanKes
li me ferze bizanin resûlê xwe bi teḧqîq
bi mewild hem bi medfen, binasin da û baban
di mekke bû ji dayê, medîne bûye medfen
’ebdullahKese walîd, amîneKes walîde bizan
ji dunyayê ku çûyî ’umir bû şêst û sê sal
ji şêstan pêncî û sê borîn di mekkeKeshê dan
di çil salan rîsalet ji bo wî hate xwarê
di bîst û sê di mayî, ji bo nazil bû qur’an
cemî’ê ummeta wî bi lutfa xwe îlahî
ji dunyayê verêkî bi qur’an û bi îman
ḧeta ew şeh, swar bit we goya ummeta xo
ji meydana ḧisabê hilînit şubhê çogan