dîbaçe

Li pirtûka:
Nûbihara Biçûkan
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  2340 Dîtin

bisim alilh alirḧimin alirḧîmErebî, mebde’ê her ’ilmekî navê ’elîm

ḧemd û sena û şukiranî, ji bo wî xalqê řeḧmanî

ku fesaḧet û beyan daye lîsanî, lisan daye insanî

hindê selewatin hemî, li resûlê meyê ummî

ku bûne peyrewê di wî, ’ereb û ’ecem û kurmanc û rûmî

ji paş ḧemd û selewatan, ev çend kelîmene ji luẍatan

vêk êxsitin eḧmedê xanîNasnava edebî, navê «nûbhara biçûkan» lê danî

ne ji bo saḧb rewacan, belkî ji bo biçûkêt kurmancan

wekî ji qur’anê xilas bin, lazme li sewadê çavnas bin

da bi van çend reşbelekan, li wan tebî’et melekan

derê zîhnê vebîtin, herçî bixûnit zeḧmetî nebîtin

umîda me ji tifalan, ku me ’emel betalan

di weqtê dewr û dersan, bikin în’am û îḧsan

bi du’an me bîrî bînin, fatîḧa ji me ra bixûnin!