dîbaçe

From the Book:
Nûbihara Biçûkan
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 1 minutes  1946 views

bisim alilh alirḧimin alirḧîmArabic, mebde’ê her ’ilmekî navê ’elîm

ḧemd û sena û şukiranî, ji bo wî xalqê řeḧmanî

ku fesaḧet û beyan daye lîsanî, lisan daye insanî

hindê selewatin hemî, li resûlê meyê ummî

ku bûne peyrewê di wî, ’ereb û ’ecem û kurmanc û rûmî

ji paş ḧemd û selewatan, ev çend kelîmene ji luẍatan

vêk êxsitin eḧmedê xanîPen name, navê «nûbhara biçûkan» lê danî

ne ji bo saḧb rewacan, belkî ji bo biçûkêt kurmancan

wekî ji qur’anê xilas bin, lazme li sewadê çavnas bin

da bi van çend reşbelekan, li wan tebî’et melekan

derê zîhnê vebîtin, herçî bixûnit zeḧmetî nebîtin

umîda me ji tifalan, ku me ’emel betalan

di weqtê dewr û dersan, bikin în’am û îḧsan

bi du’an me bîrî bînin, fatîḧa ji me ra bixûnin!